Kurdên nav CHPê nîgeran in: Paşeroj ne diyar e
Diyarbekir (K24) – Biryara dadgehê ya betalkirina kongreya CHPê hîn jî di rojevê de mijara yekem e û sedem û encamên vê biryarê tên nîqaşkirin, kurdên nav CHPê dibêjin, ev biryar zirarê dide demokrasiya Tirkiyeyê û di bin vê biryarê de armanca guherîna makezagonê ya desthilatê jî heye, hiquqnasên kurd jî dibêjin ev biryar bû sedem ku CHP bibe du beş û dibe ku CHP nekaribe beşdarî hilbijartinek pêşwext bibe.
Piştî ku bi biryara dadgehê kongreya CHPê ya 38. hat betalkirin Ozgur Ozel ji serokatiya CHPê ket û reveberiya beriya kongreyê careke din hat ser peywirê û Kemal Kiliçdaroglu careke din bû serokê CHPê. Di derbarê vê biryarê de hiquqnasên kurd dibêjin, bi vê biryarê CHP bû 2 beş û dibe ku biryarên nû jî derbarê CHPê de werin standin. Hiquqnas amaje dikin ku operasyonek li dijî chp ketiye meriyet û xuya ye biryara dadgehê ya li dijî CHPê hatî standin ji berê ve hatibû nivîsîn ku ji xwe biryar amade bû ku rewşa niha CHP tê de ye, dibe ku bibe sedem CHP nekaribe bikeve hilbijartinan jî.
Hiquqnas Sedat Yurttaş dibêje: “Biryara dadgehê kongreyên CHPê betal dike, eger CHP nekaribe kongreyên xwe pêk bîne û eger sala pêşiya me hilbijartinek pêk were, dibe ku CHP nekaribe bikeve hilbijartinan jî.”
Kesên ku CHPê ji nêz ve dinasin dibêjin pêdiviya CHPê bi rûsipiyên nav CHPê heye ku bikaribin hemû aliyan bînin cem hev û çareseriyek hevpar bibînin û di rabirduyê de Hîkmey Çetîn karîbû qeyrana nav CHPê çareser bike, lê Hîkmet Çetîn niha nexweş e lê çend kesên din niha vê hewlê didin. Her wiha bal tê kêşan ku di biryara dijî CHPê de divê lêgerîn û rêbazên desthilatê yên guherîna makezagonê jî berçav werin girtin.
Endamê CHPê Nacî Sapan dibêje: “Beriya her tiştî divê were dîtin ku partiya opozîsyonê ya sereke dema di vê rewşê de be demokrasiya Tirkiyeyê jî zirarê dibîne. Bi nêrîna min di bingeha biryara dadgehê ya betalkirina kongreyê de hesabê desthilatê ya guherîna makezagonê jî heye. Bo guherîna makezagonê pêdivî bi 400 parlementeran heye ku hijmara parlementerên AK Partî, MHP û Dem Partiyê 377 e û eger Kemal Bey bikaribe 20 parlementerên CHPê qane bike û yên mayîn jî ji parlementerên serbixwe were dê desthilat beriya hilbijartinê makezagonê biguherîne.”
Hiquqnas û çavdêrên siyasî dibêjin biryara betalkirina kongreya CHPê hem li aliyekê bo guherîna makezagonê destê desthilatê xurt dike hem jî dibe ku rê li ber beşdariya CHPê di hilbijartinan de bigire ku eger Kemal Kiliçdaroglu biryara kongreyê bide dê hevsengiyên siyasî careke din werin guherîn.