Qonaxa yekem a Kembera Kesk bidawî bû: Bi sedhezaran darên din tên çandin

Hewlêr (K24) – Paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, di warê zêdekirina qadên keskayiyê de pêngaveke stratejîk davêje. Di vê çarçoveyê de, qonaxa yekem a projeya "Kembera Kesk a Hewlêrê" bi serkeftî bidawî bû û rûberê keskayiyê li bajêr ber bi asteke nû ve çû.

Niha amadekarî ji bo destpêkirina qonaxa duyem a projeya Kembera Kesk têne kirin ku tê de dê bi sedhezaran darên nû werin çandin. Ev xebatên stratejîk, tevî çandina rojane ya daran li park û kolanan, bi armanca pakiya jîngehê û bilindkirina rêjeya keskuşîniyê têne meşandin da ku di demeke nêz de rêjeya keskayiyê li paytextê bibe du qat.

Pisporê pîsbûna jîngehê Sîrac Mihemed ji Kurdistan24ê re bal kişand ser bandora van projeyan li ser kalîteya hewayê û got: "Zêdekirina qadên keskayiyê, rasterast bandorê li ser kêmkirina pîsbûna jîngehê dike. Ev xebat ji bo parastina xak û xwezaya Herêmê û tenduristiya welatiyan gelekî giring in."

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw derbarê vîzyona parêzgehê ya ji bo jîngehê axivî û destnîşan kir ku projeyên wan ên stratejîk berdewam dikin. Xoşnaw diyar kir, ew dixwazin Hewlêrê bigihînin standardên cîhanî yên jîngehparêziyê. 

Xoşnaw got: "Planên me yên mezin ji bo keskkirina Hewlêrê hene. Em ne tenê darên nû diçînin, lê em projeyên stratejîk ên mîna 'Kembera Kesk' û parkên mezin dimeşînin. Bi temambûna van projeyan, em ê bibînin ku rêjeya keskayiyê li paytextê bi qat û qat zêde dibe."

Niha li Hewlêrê çendîn projeyên mezin ên park û qadên daristanî di warê cibicîkirinê de ne. Ev proje di çarçoveya plana hikûmetê de ne ku armanc dike bandora guherîna keşûhewayê kêm bike û simayekî nûjen û xwezayî bide bajêr.