Parêzgarê Hewlêrê: Projeya 'Runakî' jîngeha bajêr paktir kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanî, îro 6ê Hezîranê di bin çavdêriya Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw de, li Taxa Nuseran parkeke nûjen hat vekirin.

Ev parka ku bi şêwazekî modern hatiye dîzaynkirin, li ser rûberê 3 hezar û 132 metre çargoşe hatiye avakirin. Di merasîma vekirinê de, Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw niştecîhên taxê pîroz kirin û destxweşî li tîmên ku di çêkirina parkê de ked dane kir.

Umêd Xoşnaw di gotarekê de girîngiya vê projeyê bilind nirxand û bal kişand ser hewildanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo parastina jîngehê. Xoşnaw diyar kir, hikûmet bi biryardarî xebatên xwe berdewam dike, da ku rêjeya keskayiyê li paytextê zêde bike û hewaya bajêr ji pîsbûnê biparêze.

Parêzgarê Hewlêrê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser projeya neteweyî ya bi navê "Runakî" û got: "Ev proje ne tenê ji bo dabînkirina elektrîkê ye, di heman demê de projeyeke girîng a jîngehparêziyê ye. Bi rêya vê projeyê û bi girtina jeneratorên taybet, me karî bi awayekî berçav pîsbûna jîngehê kêm bikin û hewayeke paktir ji bo Hewlêrê dabîn bikin.