YNK: Piştgiriya Hikûmet, Referandûm û Pêşmergeyan dikin
Polîtbîroya YNKê bi amadebûna tevaya endaman civiya.
K24- Navenda Nûçeyan
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyekê de piştgiriya xwe bo, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û referandûm û Hêzên Pêşmerge ragihand.
Polîtbîroya YNKê duh bi serpereştiya Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî, Kosret Resûl Elî û amade bûna cîgirê duyem, Berhem Salih û tevaya endama civiya.
Li gor daxuyaniyeke fermî, civîn taybet bû bi krîza siyasî û darayî li Herêma Kurdistanê, şer li dijî DAIŞê û pirsa encamdana referandûmê.
Poltîbîroya YNKê tekez li ser aktîfkirina serokatiya parlamentoyê û hikûmeta Kurdistanê kir, tevî çareseriya siyasî ya rasteqîne di navbera aliyan de.
Herwiha tekez li ser cîbicîkirina projeya çaksaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye kirin.
Derbarê referandûmê de, Polîtbîroya YNKê wiha diyar kiriye: “YNKê herdem ligel mafê çarenivîs yê neteweya me ye. Lewma, em tekez dikin ku, li Kurdistanê em referadûmê di demên guncaw de, bi mafê demokrasî û yasayî yê gelê me dizanin. Çaverê ne ku gelê Ereb û Tirkmen û xelkên din ên Iraqê û gelên navçeyê, ji bo bidestxistina vî mafî, piştgiriya gelê Kurdistanê bikin.”
Herwiha di daxuyaniyê de daxwaz hatiye kirin ku, hemû aliyên siyasî hevaheng bin û piştgiriya hikûmetê û Pêşmergeyan bikin.