“Amerîka û Rûsya dê li ser piştgiriya PYDê berdewam bin”

Derbarê Sûriyê de niha nakokî ketiye navbera Tirkiye û Amerîkayê. Şîrovekar jî dibêjin, Tirkiye nikare polîtîkayên bi Amerîkayê re nakok dirêj bimeşîne.

K24 - Diyarbekir

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku li Rojavayê Kurdistanê ye, bûye nakokiya navbera Tirkiye û Amerikayê. Polîtîkayên dewletên Rojhilata Navîn û dewletên rojhilatî li ser heremê ku di serdemeke nû de derbas dibe, car car dibe egera nakokiyên navbera dewletên ku hevpeymanên hev in jî. Derbarê Sûriyê de niha nakokî ketiye navbera Tirkiye û Amerîkayê. Şîrovekar jî dibêjin, Tirkiye nikare polîtîkayên bi Amerîkayê re nakok dirêj bimeşîne.

Piştî ku li Rojhilata Navîn sînorên 2 dewletan Iraq û Suriyê wek fîîlî neman û hewldanên dewletên heremê û cihanê ku, di sazûmaniya nû ya heremê de berjewendiyên xwe bicîh bikin, dibe egera peyda bûna nakokiyan. Krîza ku ji ber Sûriyê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de destpê kiribû, niha jî bi nakokiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de didome.

Şîrovekarê Siyasî Îbrahîm Guçlu, ragihand ku li heremê eniyên Sûnî û Şîa peyda bûne û piştgirên wan hene. Guçlu da zanîn ku hevpeymaniya di şerê li dijî DAÎŞê de, Amerîka û Rûsya dê piştgiriya PYDê bikin, lê PYD bi pêwendiyên xwe yên bi rejîmê re jî dibe ku pirsgirêkên nû peyda bike.

Guçlu got: “Li Rojhilata Navîn, heremeke nû çê dibe. Sedsala 21an dibe ku bibe sedsala Kurdan. Ji bo ku Kurd statuyekî bidest bixin, li Rojavayê Kurdistanê jî derfeteke girîng heye. Divê PYD, ne Rusya û Amerikayê binêre, zêdetir li xwe mikûr bibe û bi ENKSê re pirsgirêkên xwe çareser bike.”

Tirkiye û Amerîka şirîkên NATOyê ne, lê di 2003an de, di operasyona li Iraqê de jî Tirkiye piştgirî nedabû Amerîkayê û niha jî li ser rewşa Sûriyê rayedarên Tirkiyê her çiqas bibêjin ew wan xeletiyên ku li Iraqê kirine dubare nakin jî, diyar e mebest ne ew e ku hevahengyê bi Amerîkayê re bike.

Rojnamevan û Nivîskar Fehîm Işik jî ji Kurdista24ê re ragihand ku, Tirkiye şirîkê NATO û Amerikayê ye, lê rayedarên Tirkiyê ne wiha ne. Herwiha di nakokiyên wiha de, Tirkiye nikare bi Amerîkayê re nakok bimîne û dê piştgriya Amerikayê jî ji bo PYDê bidome.

Fehîm Işik wiha axifî: “Amerîkayê polîtikayek daye ber xwe û li gor qanaata min, Amerika dizane aloziyên li Sûriyê û her wiha aloziyên ku bandora xwe li ser Iraqê dikin û bandora Iraqê jî ku li ser Sûriyê heye. Polîtîkayên demdirêj yên Amerikayê jî li gor berjewendiyên Tirkiyê birêve naçin.”

Amerîka û dewletên hevpeyman ên şerê bi DAÎŞê re, piştgiriya PYDê wek hêzek ji hevpeymanî dikin. Lê rayedarên hikûmeta Tirkiyê dibêjin, PYD jî rêxistineke “terorîst” e û tu cudahiya xwe ji DAÎŞê nîne. Lê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Mark Toner, bersîv dabû Tirkiyê û gotibû ew PYDê wek teror nabînin û dê piştgiriya xwe bidomînin.