Rûsya: Operasyona bejayî şerê li Sûriyê dirêjtir dike
Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev got: "Nerîna destpêkirina operasyona bejayî li Sûriyê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ve, tê wateya şerekî demdirêj."
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev derbarê rewşa Sûriyê de got: "Min daxwiyaniya Kerry xwend. Dibêje 'em amade ne ligel şirêkên xwe yên din ên hevpeyman operasyona bejayî bidin destpêkirin'. Eger şerekî demdirêj dixwaze dikare operasyona bejayî bide destpêkirin û her tiştî jî."
Derbarê krîza Sûriyê de Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev ji kanala Euronewsê re wiha axifî: "Nerîna destpêkirina operasyona bejayî li Sûriyê ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ve ku Emerîka serpereştiya wê dike, tê wateya şerekî demdirêj."
Medvedev, bal kişand ser daxwiyaniya Wezîrê Derve yê Emerîkayê John Kerry ku gotibû ew dikarin li Sûriyê operasyona bejayî bidin destpêkirin û got: "Min daxwiyaniya Kerry xwend. Dibêje 'em amade ne ligel şirêkên xwe yên din ên hevpeyman operasyona bejayî bidin destpêkirin'. Eger şerekî demdirêj dixwaze dikare operasyona bejayî jî bide destpêkirin û her tiştî jî. Lê pêwist nake kesî bitirsîne. Bê ligel Wezîrê Derve Lavrov bi çi awayî hevdîtin kirine dive bi wî awayî mirov lihev bike. Eger na pêwist nake 'dema hemû tişt li gor senaryoyê neçe tu bibêjî em dê ligel welatên din ên Ereb operasyona bejayî bidin destpêkirin. Ez careke din dubare dikim, kesek şerekî nû naxwaze. Lê operasyona bejayî, tê wateya şerekî dem dirêj. Divê ev bê famkirin."