HSD bajarojê Mariê Kontrol dike
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bajarokê Mariê yê li bakurê Helebê Kontrol kir.
K24 – Kobanê
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bajarokê Mariê yê li bakurê Helebê Kontrol kir.
Li gor peyamnêrê K24ê, HSD bi rêkeftinekê ligel xelkê bajarokê Mariê, îro bê şer derbasî wî bajarokê bûn.
HSD ev çend roj in li bakurê Helebê dest bi operesyonekê kiriye, di 11 vê mehê de firokxaneya Minigê ya leşkerî girt, pêr jî bajrokê Til Rifat û gundên derdora wê ji destê Eniya el-Nusrayê derxist.
Ev çar roj in jî ku, artêşa Tirkiyê navçeyên di bin kontrola HSDê de li Efrîn û bakurê Helebê topbaran dike.