Berpirsekê Îranê: 50 kesên ser bi rikaberên Îranê xwe ber bijarkirine.
Qenber Kerîm Nijad serokê Nivîsîngeha Çavdêrîyên Hilbijartinê li Parêzga Wirmê ragehand: Nêzîkî 50 kesan, ji kesên ser bi girûpên neyarên Komara Îsalamîya Îranê xwe berbijar kiribûn bo pişikdarîyê di hilbijartinên Îranê de.
Qenber Kerîm Nijad serokê Nivîsîngeha Çavdêrîyên Hilbijartinê li Parêzga Wirmê ragehand: Nêzîkî 50 kesan, ji kesên ser bi girûpên neyarên Komara Îsalamîya Îranê xwe berbijar kiribûn bo pişikdarîyê di hilbijartinên Îranê de.
Li gor raporeka ajansa Mîhira Îranî Qenber Kerîm Nijad di dîdarekê de li gel çend rawêjkarên Xameneyî û gotarxwînê Wirmê got: bo vê gerra hilbijartinê hinek kesan xwe berbijar kirine ku berî çend heftîyan ji zîndanê hatine azadkirin yan her hêj dema bendkirina wan temam nebûye û bi merema xwe kandîdkirinê molet ji girtîxaneyê wergirtine û hatine qaymmeqmîta Wirmê û navên xwe tomar kirine, lê hemû ew kes hatine red kirin.
Kerîm Nijad got jî: Nêzîkî 50 kesên ser bi girûpên neyarên Komara Îslamî ya Îranê xwe berbijar kiribûn bo hilbijatinên Îranê, heya kesek hebû ji berbijaran ku ji sala 1980 ve di hemû gerran de xwe berbijar kiribû û hatibû red kirin.
serokê Nivîsîngeha Desteya Çavdêrîya Hilbijartinê li Parêzgeha Wirmê got: Em vekolînê li ser serbûara her kes dikin ku xwe berbijar bikin û rê nadin kesên nehejî biçin di nav Civata Şoraya Komara Îslamîya Îranê. Ev çavdêrî jî heya dawîya jîyana wan li ser wan dimîne. Lew pêdivîye di çarçoveya yasayê de pêngavan bihavêjîn.
Berê jî rêberê Komara îsalamîya Îranê haydarîdan ku hinek alîyên rikaber divên xwe bi rêya hilbijartinan xwe bixin di nava desthilata Komara Îslammîya Îranê.