Li Tirkiyê bazirganiya bi koçber û mirovan zêde dibe
Bi awayekî giştî di nava 4 salên derbasbûyî de 11 hezar û 930 organîzator di sala 2015an de jî 4 hezar 471 kesên ku di nava organîzatoriya qaçaxiyê de cih digirin hatin binçav kirin.
K24 - Enqere
Her diçe organîzatorên ku di warê koçber û penaberan de qaçaxiya mirovan dikin û bi vî karî rê li ber binpêkirinên mafên mirovan vedikin, her roja diçe, tê wê radeyê ku, êdî ligel dewleta Tirkiyê gelek dewletên din jî hew dikarin pêşiya wan bigirin. Her diçe hejmara wan organîzatoran zêde dibe.
Ji ber şerê Rojhilata Navîn, gelek mirovan koç kir. Yek ji wan welatan jî Tirkiye ye. Penaber ji bo derbasî welatên Ewropayê bibin tên Tirkiyê. Ji ber vê yekê rêxistinên qaçaxiyê yên koçberan her diçe zêdetir dibe. Ligel ku operasyonên berfireh jî li pêşberî wan tên kirin jî lê hejmara wan kêm nabe.
Bi awayekî giştî di nava 4 salên derbasbûyî de 11 hezar û 930 organîzator di sala 2015an de jî 4 hezar 471 kesên ku di nava organîzatoriya qaçaxiyê de cih digirin hatin binçav kirin.
Parezêrê Komîsyona Penaberan a Baroya Enqerê Sadik Onur Genbal da zanîn ku derbarê van organîzatoran de bergiriyên Tirkiyê kem in: "Di yaseyên Tirkiyê de 3 sal cezayê kesên ku qaçaxiya koçberan dikin heye û gelek caran jî di cezayên faîlan tê kêm kirin. Ev yek nabe sedema kêmbûna van rexistinan. Heman rêbaz di cezayê rewşa bazirganiya mironva de jî tê bikar anîn."
Wezîrê Naxwe yê Tirkiyê Efkan Ala di hevdîtina bacê de li ser mijarên bazirgani û qaçaxiyê raportek ragihand. Li gorî raporê di sala 2014an de 50 mexdûr, di sala 2015an de jî 108 kesan ji ber bêçaretiya bazarginên mirovan serî li dewletê dane. Girîngtirîn mijara din jî, ev rêxistin zarokan direvînin û bo berjewendiyên xwe wan bikar tînin. Herî dawî parlamenterê CHPê Îlgezdî da zanîn ku 10 hezar zarokên penaber winda bûne.
Li ser vê mijarê Berpisyara Komaleya Zarokan Ezgî Koman bal kişand e ser kirinên kirêt ên van rexistinên ku bazirganiya zarokan dikin: "Zarok bi rêyeke nehênî dikevin destê rêxistinan û ev zarok herî zêde di karên fihuşê de yan jî di warê tîryakê de tên bikar anîn."
Tirkiyê di 4ê Sibata 2016an de saziya Serokatiya Daîreya Tekoşîna Dij-Bazirganên Mirovan û Qaçaxiya Koçberan damezrand. Herwiha her çiqas Tirkiyê bi welatên Ewropayê re projeyan amade bike jî derûdorên zanyar û pispor diyar dikin ku Tirkiye di vî warî xwedî kêmasiyên gelekî mezin e.
