Emerîka: Dema nagûnce bo danana devera dijefirîn li Sûryayê.

Kolonîl Stîv Warin gotebêj bi nave Welatên Hevgirtê dijî rêkxistîya (Dewleta Îsalamî) Daişê di dîdareka taybet de li gel telefizyona (Elerebîye Elhedes) got: Nem nagûnce bo danan devereka dijefirîn li bakûra Suryayê.

K24- Hewlê:

Herweha Warin got: Niha dem nagûnce bo danana deverka dijefirîn li bakûra Sûryayê çunku ji alîyê çek û kitan ve gelek girane bibihaye.

Ji alîyê xwe ve jî gotebêjê wezareta derveya Emerîkayê Mark Toner gote rojnamevanan: 100 barhilgir ji Dîmeşqê ve bi rêvene bo gehandina alîkarîyan bo pênc deverên dorpêçdayî li Suryayê. Ev ji alîyê Neteweyên Hevgirtî jî hat tekez kirin.

Di daxuyannameya NH de hatîye karwanên alîkarîyên ser bi Neteweyên Hevgirtî gehiştine pênc bajarên dorpêçdayî ji alîyê hikumeta Suryayê ve.

Herweha ragehand Ku tîma karên mirovanîyê evro pêcşembîyê  li cinêv dê kom bibe bi merema rêkxistina gehiştinê bo wan deveran bo armancên mirovanî. Ev jî di çarçoveya bicihkirina wê rêkkevtinêye ku li Miyonişin, Heftîya bûrî, hêzên mezin û herêmî liser rêkkevtibûn bi aramnca gehandina alîkarîyan bo 400 hezar kesan  li 15 deverên dorpêçdyî ji alîyê hikumet, opozisyon û rêkxistîya Daişê ve.