Tirkiyeyê 6 fakulte û peymangehên xwe li gundewarê Helebê girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomariya Tirkiyeyê bi biryarekê hemû 6 fakulte û peymangehên xwe yên li gundewarê bakurê Helebê girtin. Ev biryar îro şemiyê (21ê Mijdara 2026an) di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Ev pêngav di çarçoveya rêkeftinekê de tê ku di 14ê Cotmeha 2026an de li bajarê Dîlokê di navbera Serokê Saziya Xwendina Bilind a Tirkiyeyê û Wezîrê Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî yê Sûriyeyê de hatibû îmzekirin.
Li gorî wê rêkeftinê, hemû saziyên xwendina bilind ên li bakurê Sûriyeyê radestî hikûmeta Sûriyeyê tên kirin û xwendekarên wan saziyan jî dê xwendina xwe di bin sîwana Zanîngeha Helebê de berdewam bikin.
Biryarê girtina her yek ji Peymangeha Pîşeyî ya li Cerablusê, Fakulteya Zanistên Aborî û Rêveberiyê ya li Babê, Fakulteya Zanistên Îslamî ya li Ezazê û Fakulteya Perwerdeyê ya li Efrînê li xwe girt, ku hemû ser bi Zanîngeha Dîlokê ve ne.
Her wiha saziyên ser bi Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya li Sûriyeyê ve, ku Fakulteya Bijîşkiyê ya li El-Raîyê û Peymangeha Bilind a Pîşeyî ya Xizmetguzariyên Tenduristiyê ya li El-Raîyê li xwe digirin, li gel tevlîkirina wan di nava Zanîngeha Helebê de.
Girtina van saziyan piştî wê yekê tê, Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê di 27ê Cotmeha 2026an de du biryarên din derxistibûn. Li gorî wan biryaran, fakulteyên Zanîngeha Kobaniyê bi ser Zanîngeha Helebê ve û fakulteyên Zanîngeha Rojavayê jî bi ser Zanîngeha Firatê ya li Dêrezorê ve hatibûn girêdan.
Li hemberî van biryarên Şamê, xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Kobaniyê û Zanîngeha Rojavayê nerazîbûn nîşan dabû û diyar kiribû ku armanc ji wê, nehîştina xwendina bi zimanê kurdî û xweseriya akademîk a herêmê ye.
Tevî nerazîbûnan jî, di 19ê Mijdara 2026an de şandeke Zanîngeha Helebê serdana Zanîngeha Kobaniyê kir, da ku li ser mekanîzmaya tevlîkirinê û çarenivîsa fakulteyan gotûbêjan bike.