"Kurdên Rojava bo berjewendiyên xwe kar dikin"
Avakirina devereke tampon ji aliyê Tirkiyê ve careke din kete rojevê ve, Almanyayê jî rzîbûna xwe li ser pêkanîna wê da, lê ew proje ne di pilana Amerîkayê de ye û ji aliyê welatên Rojava nayê qebul kirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Stevin Warin ragehand ku, miletê Kurd li rojavayê Kurdistanê bo berjewendiy;n xwe kar dikin, û giringiyê didin axa xwe.
Derbarê vê mijarê de Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê Stevin Warin di daxuyaniyekê de li gel Kenala El-Erebiya wiha got: "Niha ne demê avakirina devereke Tampone, yak u Tirkiyê daxwaza avakirina wê li bakurê Sûriyê dike. Ji ber ku ew yeke pêwîstiya wê bi hîzekê heye."
Warin da zanîn ku, Kurd li Sûriyê li gor berjewendiyên xwe kar dikin, aşkere kir ku, ew ne alîgirê rejîma Sûriyê ne, ne jî yê Rûsyayê ne, tenî ew bo rizgarkirina navçeyên xwe şer dikin û giringiyê didin erdê xwe.