Kirby dubare xwest Tirkiye topbarankirinê rawestîne
Li ser topbarankirina Rojavayê Kurdistanê, Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê got, berî niha jî ji Tirkiyê xwestine, daku êrişên xwe li dijî şervanên Kurd bide rawestandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Derve ya Emerîkayê ragihand ku hêza herî bi bandor a şerê DAIŞê dike YPG ye û dê li ser alîkariya YPGê di şerê DAIŞê de berdewam bin.
Berdevkê Wezareta Derve yê Emerîkayê John Kirby, di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsên rojnamevan da. Kirby ragihand ku êrişa Enqerê eşkere çalakiyek terorî ye û got, lê ew nizanin kê teqîna Enqerê pêk aniye.
Kirby diyar kir ku mafê Tirkiyê heye li ser axa xwe li hemberî terorîstan xwe biparêze. Li ser topbarankirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî Kirby got, Amerîka berî niha jî ji Tirkiyê xwestiye, daku êrişên xwe li dijî şervanên Kurd bide sekinandin.
Kirby wiha axifî: "Bêguman li Sûriyê hêza herî bibandor a şerê DAIŞê dikin şervanên Kurd in. Beriya niha jî hêzên hevpeymaniyê di operasyonên li dijî DAIŞê de piştgiriya wan kiribûn. Heta ku şerê DAIŞê bikin piştgiriya hevpeymaniyê dê bo wan berdewam be."