Amerîka tekez li ser piştgirîkirina YPGê dike

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê tohmetbarkirina YPGê bi encamadana teqîna Enqereyê, daxuyanî da.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku, ew dê li ser piştgirîkirina Yekîneyên Parastina Geyl (YPG) berdewam bin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê John Kirby di civîna rojane ya çapemeniyê de balkişande ser teqîna li Enqereyê û got ku, lêpirsîn didomin û YPGê wekî berpirsyara êrîşê dîtin ji bo wan “pirseke ne diyar e”. 

Herwiha Kirby got: “Çi be jî, ez ne di wê meqamê de me ku berpirsyariyê bidin ser milê yekî.”

Her wiha Kirby eşkere kir ku hevkariya bi Tirkiyê re ew ê bidomînin û wiha pêde çû: “Bêguman li Sûriyê şervanên herî hêzdar ên ku li dijî DAIŞê têkoşînê dikin Kurd in. Berê di operasyonên li dijî DAIŞê de, ji aliyê hevpeymanê ve ji esmanê piştigirî hate dayîn.  Heta ku li dijî DAIŞê têkoşînê bikin, ew ê ev pişgirî bidome.”