Di şerê Şedadê de 4 şervanên HSD hatin kuştin

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji 16ê vê mehê ve opersyona rizgarkirina bajarokê Şedadê ser bi Parêzgeha Hesekê ve dest pê kirbû, di 19ê vê mehê de jî ew bajarok hate rizgarkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ragehand ku, di şerê rizgarkirina wan ji bajarokê Şedadê yê ser bi Parêzgeha Hesekê çar şervanên wan hatin kuştin.

Derbarê kuştina wan çar şervanan Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) daxuyaniyek belav kir, tê de tekezî li ser kuştina wan her çar şervanên xwe di şerê rizgarkirina bajarokê Şedadê de kir, aşkere kir ku, hêza wan karîne çend kundên derdora wî bajarokî jî rizgarbikin, ji wan jî gundê Mensoriyê, El-Xalidiyê, Bedran û gundê Xelfa.

Di daxuyaniyê de hatibû jî ku, di encama wî şerî de jî pênc çekdarên DAIŞê dîl ketibûne destên HSD de.

Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ji 16ê vê mehê ve opersyona rizgarkirina bajarokê Şedadê ser bi Parêzgeha Hesekê ve dest pê kirbû, di 19ê vê mehê de jî ew bajarok hate rizgarkirin.