Gera 12ê ya Festîvala Berhemên Parêzgeha Erziromê hat lidarxistin

Enqere (K24) – Li Enqereya paytexta Tirkiyeye 12emîn rojên danasîna Erziroma bajarê bakûrê Kurdistanê birêve diçin. Di çarçoveya rojên danasîna Erziromê de, ji kebaba navdar a caxê heta gelek cûre penîr û cezeriyên taybet gelek berhem û tehmên xwemalî tên pêşandan. Pêşangeha ku Wezîrê Karên navxweyî yê Tirkiyeyê jî serdana wê kir dê heta 25ê mehê dê vekirî be.

Li aliyekî ji ser manqelan dû û bêhna kebaba navdar a kebaba caxê li qadê zêde dibe… li aliyekî dayikek rûniştiye û kadan çêdike…li aliyekî din jî cûreyên dims, benî, helîl bastîq û hingivê xwezayî tên pêşandan. Ev dîmen ji 12emîn Rojên Danasîna Bajarê Erziroma Bakûrê Kurdistanê ne ku berhemfiroşên bajêr tehm û berhemên xwe yên xwemalî pêşkêş dikin. Li standekê jî ligel gelek cûreyên penîr, dimsa taybet a navçeyeke Erziromê û nîvîşkê ku di meşkan de hatiye keyandin tên danasîn ku rastî eleqeyeke mezin tê.

Ufuk ê Berpirsê Standê di vîwarî de got: “Em ji Erziromê hatine Enqereyê. Me bi xwe re penîrê gravyerê û yê qaşar ê kevn ê ku salekê di depoyan de mane anîne. Dimsa Karnavasê ya navçeya Olurê ku li cîhanê navdar e, rûnê xwerû, penîrê nû, tûkê me ziwa yê navçeya Îspirê jî ligel me ne. Me fasûlyeyên Îspirê, rihana çiyayî ya Îspirê û nîvîşkên xwe jî anîne. Em heta roja yekşemê li vir in û li benda hemû xelkê Enqerê ne.”

Ji aliyekî din ve gelek berhem an amûr gelek caran bi navê bajaran tên pênase kirin ku yek ji wan jî kebaba Caxê ya Erziromê ye. Di qada pêşangehê de cihekî berfireh bo kebabê hatiye terxankirin ku bi şêwaza xwe ya taybet ji aliyê hosteyan ve tê biraştin.

Hoste Nacî jî ku Hosteyê Kebaba Caxê ye ragihand: “Kebaba caxê ji goştê pez û berxan tê çêkirin. Taybetiya wê li ser agirê daran tê biraştin û germ tê pêşkêşkirin. Di caxekê de goştê mil, qor û parsûyan heye. Piştî ku em rehnên goşt paqij dikin, wî 2 rojan bi pîvaz, îsota reş û xwê ve di sûravkê de dihêlin. Piştre em dikin van şişên ku jê re “cax” tê gotin. Di caxekê de nêzîkî 80 gram goşt heye û bihayê wê 300 lîre ye.”

Herwiha Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyeyê û Waliyê Berê yê Erziromê Mustafa Çifçî jî serdana pêşangeha Erziromê kir ku pêşangeh di navbera saet 10ê sibehê û 22.00 şevê de vekiriye û welatî dikarin li vê pêşangeha rengîn bigerin.