Mesrûr Barzanî: Em li ser berevanîkirina ji mafên xelkê Kurdistanê berdewam in
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku danûstandinên wan ligel Bexdayê bi merema berevanîkirina ji mafên darayî yên xelkê Kurdistanê di reşnivîsa budceya sala 2027ê de berdewam in, tekez jî kir ku divê peywendiyên Bexda û Hewlêrê li ser bingeha federalîzmê û çarçoveya destûrê bin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşem, 25ê Cotmeha 2026ê, di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser pêşveçûnên dawiyê yên danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê.
Mesrûr Barzanî ragihand: “Em li ser nîqaşkirin û berevanîkirina ji mafên xelkê Herêma Kurdistanê berdewam in, bi taybetî di pirsa dabînkirina mafên darayî di reşnivîsa budceya sala 2027ê de.” Herwesa nerîna fermî ya Herêma Kurdistanê ji bo şanda Hikûmeta Fedral re ragihandiye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî da ku danûstandinên ligel aliyê Îraqî berdewam in; tevî ku heta niha negihîştine lihevkirinê; lê hêvî xwest ku hevfêmkirin bigehin encameke baş û dilxweşker, ku mafên hemî aliyan parastî bin.
Di derheqa awayê peywendiyên siyasî û îdarî yên navbera Hewlêr û Bexdayê de, Mesrûr Barzanî got: “Me di civînên xwe de li ser tevaya pirsan nîqaş kirine û me bi ronî tekez li ser wê yekê kiriye ku Îraq dewleteke federalî ye û Herêma Kurdistanê jî kiyaneke federalî û destûrî ye; lewma peywendiyên navbera Bexdayê û Herêmê divê bi tevahî li ser bingeha federalîzmê û destûrê bin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere jî kir: “Herwesa hinek nerînên şaş hebûn ku me ji aliyê Îraqî re ron kirine ku ne rast in û divê karûbar destûrî bin, baş e ku hevfêmkirineke baş jî li ser vê bingehê çê bûye û em hêvîdar in ku encama wê di xizmeta berjewendiya giştî de be.”
Di pareka din a daxuyaniya xwe de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa proseya avedankirin û pêşxistina navxweyî kir û ragihand: “Ger derfet hebe, em herdem dixwazin ku tevaya bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê ber bi pêşkevtineke zêdetir pêngavan biavêjin.”
Mesrûr Barzanî di derheqa cudahiya Zaxoyê de jî got: “Lê bi rastî xelkê Zaxoyê bi dilgermî dixwaze bajarê wî pêş bikeve û bizavê jê re dikin, em jî wekî hikûmet nêzî wan in û em bi hemî awayan piştgiriya wan dikin, her ku ew bizava avedaniyê bikin, em dê jî bi eynî awayî hevkar û piştgirên wan bin.”