Firaksyona Partî(PDK)yê bersiav daxuyannameya pênc firaksyonan dide.

Li jêr navûnîşana"Daxunnameya pênc firaksyonên prlemana Kurdistanê, şêwandina Rastîyê" firaksyona Partîya Demukratîya Kurdistanê(PDK) bersiva her pênc firaksonên Perlemana Kurdistanê da.

K24- Hewlêr:

Li jêr navûnîşana"Daxunnameya pênc fraksonên prlemana Kurdistanê, şêwandina Rastîyê" fraksona Partîya Demukratîya Kurdistanê(PDK) bersiva her pênc firaksonên Perlemana Kurdistanê da.

Di daxuyannameyê de hatîye  "her pênc frakson(Gorran, YNK ,Yekgirtû, Komel û Bizava Îslamî) li perlemana Kurdistanê daxuyannameka hevpişik belav kirine û têde hatîye: "Paraztina aramîyê û berpirsyarîya evê rewşa aloz dikeve stûya desthilatdarên Hewlêr).

Di daxuyannameyê de hatîye: "ewa bo me cihê pirsyarêye, ewe; erê mesbeta van pênc fraksonan( ji desthilatdarên Hewlêrê), çîye?"

Fraksona PDKyê ragehandîye: "Bikarhînana van destewajeyan di demekê deye ku piranîya partîyên ew pênc firakson nwênerînîya wan dikin di piroseya desthilatdarîyê û hukmranîya Kurdistanê de, dipişikdarin û li gor qebareya xwe; pêgehên xwe hene û ti pasaw û bîyanî nahêle bo bikarhînana destewajeya "desthilatdarên evî bajêrî  û ewî bajêrî û deverçîtyê. Em ev cora gotarbêjîyê, bi coreka xwe vedizînê dizanîn ji berpirsyarîyê û bi dîtina me diçe xaneya mûzayednameyan, çunku bi zamnekê hatîye darijtin pir ji buxtan û çewaşekarîyê û dûre ji rastî û pirênsîpa sinc û ixlaqa sîyasî.

Herweha hatîye:" Behsa hêrişkirine ser baregehên partîyan dihê kirin, ev li demekê kû di dema bûrî de hirişkirin ser baregehên PDKyê û bi şewtandin û teqekirinê , çend endam û layengir û kadirên me şehîd û birîndar bûn û baregehên me jî zyan ber kevtin,  Vêcar jî ewan alîyan hem bêdengî û hem bê hilwîstî hilbijartin û bi vê yekê jî nasnameya dû faqîyê hilgirtin.

Di daxuyannameya firksona PDKyê ew jî hatîye ku ( ji bilî  vê yekê  jî, li hember wan hêrişên hatin kirin li nêzîk bajarê Orfayê li bakûrê Kurdistanê, bo ser borîyên petrola Herêma Kurdistanê û bi egera wan hêrişan hinartina petrola Herêma Kurdistanê hat rawestan kû şademara  abûrîya Herêma Kurdistanêye û pişkeke ji Asayîşa neteweyî Herêma Kurdistanê , ew pênc alî bêdeng  man û li ser evê pirsê ti axivtin û ti hilwîst nebûn.

Herweha hatîye: bi nerîna me ev çeşna sîyasetkirina dûfaqî  ku bûye pîşe û karê hinek alîyan , sîyaseteke ku divên roj bi roj hewla xavkirina wan pêngavn bidin ewên ku  gelê kurdistanê  ji xala gehiştina armancên xwe nêzîk dike. Ev jî, ji xeyleka xav hatîye û ew alî jî ku penayî bo dibin  divên têbigihêjin karwan ji armancê nêzîk bûye.

Her ew pênc firaksonên perlemana Kurdistanê daxuyannameke belavkiribûn û têde rexneyê li rewşa Hewlêrê girtibûn û ragehandibûn: Li bajarê Hewlêrê çendîn pêşêlkarî çêbûne û radane ser pizîşkekê li nexweşxaneya raperîn û rojnamevan û teqekirin li baregayê çend partîyan û teqekirin li mala melayekî û girtin jî hebûye.