Europol: pênc hezar çekdarên perwerdekirî ên DAIŞê li Ewropayê hene

Berî niha çekdarên DAIŞê li fransayê êrîş encamdabû, tê de bi dehan kes hatibûne kuştin, tê çaeverê kirin ku DAIŞê li çendîn welatên din ên Ewropayê êrîşan pêk bîne.

K24- Navenda Nûçeyan

 Serokê Asayîşa Ewropayê Rob Wainwright ragehand ku, pênc hezar çekedarên DAIŞê ên perwerdekirî li Ewropayê hene.

Derbarê rêjeya çekdarên DAIŞê li Ewropayê Serokê Asayêşa Ewropayê(EUROPOL) Rob Wainwright ji rojnameya "New Oznabrocer" re, da zanîn û wiha got: "Niha welatên Ewropayê rastî mezintirîn gefa terorî dibe, aşkere kir ku, pênc hezar çekedarên DAIŞê ên perwerdekirî li Ewropayê hene."

Wainwright amaje bi wê yekê jî kir ku, di nav wan kesên ku hatine perwerdekirin 350 brîtanî hene. Li gor zanyariyên rêxistina navborî çekdarên DAIŞê di nav pêla penaberan de,hatine Ewropayê.

Berî niha çekdarên DAIŞê li fransayê êrîş encamdabû, tê de bi dehan kes hatibûne kuştin, tê çaeverê kirin ku DAIŞê li çendîn welatên din ên Ewropayê êrîşan pêk bîne.