Firansa Daxwazê ji Rosîya û Sûryayê dike sîvîlan nekin aramanc.
Gotebêjê Wezareta Derveya Firansa daxwaz ji Hikumeta Sûrya û Rûsîyayê kir hêrişên xwe birawestînin û pabendên rêkkevtina Miyonşinê bin.
K24- Hewlêr:
Gotebêjê Wezareta Derveya Firansa daxwaz ji Hikumeta Sûrya û Rûsîyayê kir hêrişên xwe birawestînin û pabendên rêkkevtina Miyonşinê bin.
Romal Nadal gotebêjê Wezareta Derveya Firansayê ragehand: Firansa nîgerane çunkû li piştî kongireya Miyonşinê rewşa Sûryayê aloztir bûye.
Roman Nadal got jî: Em nîgeranîn ji wê kû burdûmanên Esed û Rûsîyayê , hevwelatîyên Sîvîl dikin armanc. Ev jî bi vajîya rêkkevtinnameya Miyonşinêye.
Gotebêjê Wezareta Derveya Firansayê, herweha dibêje: Berdewamîya rewşa Sûryayê; rêgire li pîşçya gehiştina harîkarîyan bo wan deverên ku heya niha li jêr dorpêçê dane.
Pênc salin şerê hindûrîyê Sûryayê berdewamî heye, li gor nûtirîn amara Tora Suryayê bo Mafên Mirovan, ji destpêka Şerê Sûryayê heya niha zêdetir ji 250 hezar kes hatine kuştin. ji wan 70 hezar kes di dema birîndarbûnê de, bi egera nebûna dermanî, canê xwe ji dest dane.
Li Îlona 2015 Rosyayê dest bi hêrişên asmanî li Sûryayê kir û heya niha di berdewamin û rêkxistîyên mafê mirovîyê Sûrya Rûsyayê tuhmetbar dike bi wê yekê ku hevwelatîyên Sîvîl dike armanc.