De Mistura:Tirkiyê kirîza Sûriyê aloztir dike
Biryare gera duyemîn ya danûstandinên kirîza Sûriyê, di 25ê vê mehê de dest pê bike, lê li gor Nûnerê NY Steffan De Mistura zehmete civîn di dema xwe ya destnîşankirî de werin ancamdan.
K24-Navenda Nûçeyan
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura ragehand ku, Tirkiyê pirsgrêkan derdixe û siyaseta wê dike ku her tişt li Sûriyê din bin kontirolê derkeve.
Derbarê rexneyên ku li Tirkiyê tên kirin Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura ji rojnamye Svenska Dagbladet re daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got: "Dive Amerîka û Rûsyayê di heftiya bê de li hev bicivin û li ser agirbesta li Sûriyê rêbikevin."
De Mistura rexne li Tirkiyê jî kir û wiha axifî: Tirkiyê pirsgrêkan derdixe û siyaseta wê dike ku her tişt li Sûriyê din bin kontirolê derkeve, çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê xirabtir lê dike.
Biryare gera duyemîn ya danûstandinên kirîza Sûriyê, di 25ê vê mehê de dest pê bike, lê li gor Nûnerê NY Steffan De Mistura zehmete civîn di dema xwe ya destnîşankirî de werin ancamdan.