Opozîsyona Sûriyê bi merc agirbestê qebûl dike
Opozîsyona Sûriyê bi merca rawestandina êrîşên esmanî yên Rûsyayê, agirbestê li Sûriyê qebûl dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Opozîsyona Sûriyê bi merca rawestandina êrîşên esmanî yên Rûsyayê, agirbestê li Sûriyê qebûl dike.
Çavkaniyên nêzîk ji danûstandinên atiyê li Cenêvê, îro ji “Rueters” re ragehand ku, derbarê agirbesteke 2 yan 3 hefteyan li Sûriyê, opozîsyona bi merca rawestandina êrîşên esmanî yên Rûsyayê, razemendiya xwe nîşan da.
Herwiha hat ragehandin jî, egera dirêjkirina vê agirbest jî heye, Lê DAIŞê li xwe nagire.
Di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê de, aliyên navdewletî li ser rawestandina şer li Sûriyê rêkeftin, lê heta niha ew rêkeftin nehatiye cîbicîkirin.
Rûsyayê di 30 Îlona 2015an de dest bi êrîşên esmanî li Sûriyê kir. Wezareta Derve yê Rûsysyê berî çend rojan ragihand ku, firokeyên Rûsyayê di navbera 10 – 16 vê mehê de, 444 êrîşên esmanî li Sûriyê kirine, hezar û 593 pêgehên teroristî jî armanc kirine.