Gultekîn: Divê Kurd li her derê zimanê xwe biparêzin
Nivîskarê Kurd Adar Jiyan roja zimanê dayîkê pîroz kir û diyar kir ku mirov 365 rojan jî ji bo zimanê dayîkê bixebite her têr nake.
Vural Erîşmîş, Saît Ozmen / K24 – Enqere
21ê Sibatê sala 1952an li paytexta Bengladeşê Daqayê xwendekarên zanîngehan ji bo zimanê dayîkê çalakiyek kirin û têde gelek xwendekar hatin kuştin. Ji ber vê yekê UNESCOyê sala 1999an 21ê Sibatê wek roja "Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî" ragihand.
Lİ Enqera paytexta Tirkiyê doh bi pêşengiya saziyên wek KURD-DER û Komeleya Kurdên Anatoliya Navîn KOM-KURDAN li avahiya sendikaya TUMBEL-SENê 21ê Sibatê roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê bi panelekê hate pîrozkirin. Gelek rewşenbîr û nivîskar tevlî panelê bûn û qala zimanên li bernemanê, nemaze zimanê Kurdî kirin.
Nivîskarê Kurd Adar Jiyan roja zimanê dayîkê pîroz kir û diyar kir ku mirov 365 rojan jî ji bo zimanê dayîkê bixebite her têr nake: "Li hemû cografya Kurdistanê Kurdî hebû, Kurdî zimanê gel bû, zimanê civakê bû, zimanê hilberînê bû, zimanê bazarê bû. Emê bibêjin di qada jiyanê de,di hemû warên jiyanê de Kurdî hebû û Kurdî dihat bikaranîn. Mixabin êdî emê hêdî hêdî bibêjin Kurdistan ava dibe, lê mixabin Kurd namînin."
Serokê Akademiya Ehmedê Xanî ya Diyarbekirê Sebahattîn Gultekîn jî got ku divê her neteweyek bi zimanê xwe biaxife û fikr û ramanên xwe bîne ziman: "Dema ku ziman û çanda neteweyekê winda bibe wê çaxê ew netewe jî winda dibe. Ji ber ku îro ji bo gelê Kurd rojeke girîng e. Gelê Kurd divê li zimanê xwe bibe xwedî. Kurdên Anatoliya Navîn, Kurdên hemû deveran bila zimanê Kurdî biparêzin."
Herwiha d ipanelê de amaje bi wê yekê hat kirin ku li Tirkiyê nêzîka 33 ziman hene û ji wan zimanan deh ziman li bernemanê ne ku yek ji wan jî Dimilkî ya zaravayê Kurdî ye.