Tirkiyê li ser topbarankirina Efrînê berdewam e

Li gor welatiyên gundê El-Hemam topbarankirina Artêşa Tirkiyê piştî teqîna Enqerayê ya ku tê de 26 kesan canê xwe ji dest dan û 61 kesên din jî birîndarbûn zêdetirbûne

K24-Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê bi berdewamî gundên bajarê Efrînê topbaran dike, derengiya şeva borî jî gundê El-Hemam li nahiya Cendirês da ber topan, di encamde du welatiyan çanê xwe ji dest dan û sê kesên din jî birîndar bûn.

Welatiyên gundê El-Hemam ragehandin ku, bûye heftiyek Artêşa Tirkiyê navçeyên Efrînê dide ber topan, duh êvarî jî her yek ji gundê El-Hemam û Mirîmîn ser bi nahiya Cendirêsê bajarê Efrînê topbaran kir, di encam de du sivîlên wî gundî cane xwe ji dest dan û 3ê kesên din jî birîndarbûn. Ev yeke welatiên gund neçar kirin ku, jig und birevîn û ber bi cihên aram ve biçin.

Tobbarana Tirkiyê ji navçeyên bajarê Efrînê di demekê de tên ku, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) pêşve diçin û serkeftinan bi destdixin, herwiha tenê bi du kilometreyan ji bajarê Izazê ve dûrin. ji aliyeke din ve çekdarên Cebhet El-Nûsrayê ciwanê Kurd Ebdo Îbo dema ku dixwest ji bajarê Efrînê biçe Izazê girtin û bi sedema hebûna wêneyên YPGê di nav telefona wî de ew bi awayeke ne mirovane kuştin.

Li gor welatiyên gundê El-Hemam topbarankirina Artêşa Tirkiyê piştî teqîna Enqerayê ya ku tê de 26 kesan canê xwe ji dest dan û 61 kesên din jî birîndarbûn zêdetirbûne