Pêşveçûnên HSD li başurê Hesekê berdewam in
Di 16ê vê mehê de, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) dest bi rizgarkirina bajarokê Şedadê kirbû di 19ê vê mehê de jî ew bajarok kontirolkir.
K24-Navenda Nûçeyan
Piştî rizgarkirina bajarokê Şedadê, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) nêzîkî bajarokê Mergede dibin, niha jî şer û pevçûn li wî bajarokî di navbera wan û çekdarên DAIŞê de berdewam e.
Derbarê vê mijarê de peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragehand ku, Hêzên Sûriyê ya Demokratîk(HSD) di pêşveçûnên de ne, niha ew nêzîkî bajarokê Mergede bûne ku, bi 35 kîlometreyan dûrî bajarokê Şedadê ye. Da zanîn ku şer û pevçûn heta niha berdewamin bi mebesta kontirolkirina wî bajarokî ji aliyê HSD ve.
Di 16ê vê mehê de, Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) dest bi rizgarkirina bajarokê Şedadê kirbû di 19ê vê mehê de jî ew bajarok kontirolkir.