Cêb Bûş dawî bi xewna xwe anî.

Piştî sernekevtina wî di hilbijartinên rikaberên Partîya Komarîya Emerîkayê li wîlayeta Eywa, Sawt Karolîna û Nîyû Hamşêr; Jêb Bûş korê Corc Bûshî û birayê Corc Debilyo Bûş hilawîstina hilmeta xwe berbijarkirinê ragehand.

K24- Hewlêr:

Piştî sernekevtina wî di hilbijartinên rikaberên Partîya Komarîya Emerîkayê li wîlayeta Eywa, Sawt Karolîna û Nîyû Hamşêr; Jêb Bûş korê Corc Bûshî û birayê Corc Debilyo Bûş hilawîstina hilmeta xwe berbijarkirinê ragehand.

Cêb Bûş, desthilatdarê berê yê wîlayeta Florîdayê, bandora ew encamên xirab li ser wî xuyabûn, li wîlayeta Kolombîya got: Xelkê Eywa, Nîyûhamşêr û Sawt Karolînayê rayên xwe gotin, bi rastî, ez jî rêzê li raya wan digirim.

Ajansa Royterz ragehand: Bi hilawîstina hilmeta xwe di hilbijrartinan de hêvîyên Cêb Bûş bi dawî hat ku bibe sêyem kes ji malbata xwe piştî bav û birayê xwe posta serokatîya Emerîkayê bi destve bihîne .  

Ev di demekê deye Donald Tiramp, di hilbijartnên hindûrîyên Komarîyan de li wîlayeta Sawt Karolîna serkevt. Hevdem Hîlarî Kiliton wezêra berêya Derveya Emerîkayê li hilbjartinên hindûrîyên Dîmukratxwazn li wîlayeta Nêvada pêşîya rikaberê xwe Bêrnî Sandirzî kevt.

Li gor Royterz bi serkevtina Donald Tiramp li wîlayetên Sawt Karolîna û Nîyû Hamşêr, herweha  pêşkevtina wî li 13 wîlayetên din, dikare bihê gotin ku ew bi çanstirtirîn kese bibe berbijarê Komarîyan bo hilbijartna seroaktîa Emerîkayê ku biryare li 8/ meha Çirya Dûyê/2016 bi rêve biçe.

Her li gor wê ajansê weha xuyaye ku rikaberên di nav partîya Demukrtatîya Emerîkayê, dirêj bibe. Nemaze Hîlarî Kilinton bi cudahîyeka kêm li Wîlayeta Nêvada bi ser rikaberê xwe Bêrnî Sanderzî serkevtîye. Di hember de Sanderz li wîlayeta Niyûhamşêr  serkevtîye, li wîlayeta Eywaş jî bi tundî rikaberîya Kilinton kirîye û pileya dûyê bi dest xwe ve hînaye.