HSD: li Şedadê 2 hezar û 400 kîlometir kare rizgarkirin

Bajarokê Şedadê 60 kîlometreyan ji parêzgeha Hesekê dûre, herwiha dikeve li ser rêya sereke di navbera wê parêzgehê û bajarê Dêrazorê, têde çendîn kîlgehên petrolê hene û piraniya niştecîyên wê ji Erebên Eşîreta Cibor in.

K24- Hesekê

Hêza Sûriyê ya Demokratî(HSD) ragehand ku, di proseya rizgarkirina bajarokê Şedadê 2 hezar û 400 kîlometir kare ji çekdarên DAIŞê baqij bû.

Derbarê proseya rizgarkirina bajarokê Şedadê li Parêzgeha Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê Berdevkê Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) Telal Silo di kongreyeke çapemeniyê de tê de, K24ê jî amade bû wiha got: "Hêza me karî 2 hezar û 400 kîlometir  kare, di proseya rizgarkirina bajarokê Şedadê de,  ya bi navê "Hêrsa Xapor" ku, di 16ê vê mehê de dest pê kir û bi rizgarkirina bajêr di 19ê heman mehê de bi dawî hat ji DAIŞê baqij bike."

Silo tekez kir ku, ew dê li ser şerê li dijî DAIŞê û berevanya welatiyên sivîl berdewam bin, heta ku ew hemû erdê Sûriyê ji rêxistina navborî kontirol bikin.Berdevkê HSD aşkere kirk u, bajarokê Şedadê ji mayînên çandî tijene, niha ew bi alîkariya tîmên pispor wan mayînan pûçdikin.