Hejmara mirina zarokên çekdar ên DAIŞê zêde dibe
Li gor lêkolînên ku li Amerîkayê hatine kirin, hejmara mirina zarokên ku di nav DAIŞ'ê de şer dikin li gor sala borî du qat zêdetir bûye.
K24 - Stenbol
Li gor lêkolînên ku li Amerîkayê hatine kirin, hejmara mirina zarokên ku di nav DAIŞ'ê de şer dikin li gor sala borî du qat zêdetir bûye.
Tîmeke girêdayî Zanîngeha Parêzgeha Georgiayêye seranserê 13 mehan li ser DAIŞê lêkolîn kir. Peywirdarên tîmê dan zanîn ku zarokên çekdar ên ji bo DAIŞ'ê şer dikin li gor sala 2014an 3 qat zêdetir bûye. Di nav saleke dawî de 89 kurikên şervan dema şer hatine kuştin. Ji sedî 39ê wan di êrîşên xwekujî de, ji sedî 33ê wan di şer de mirine.
Lêkonîran ragihand ku temenê ji sedî 60ê zarokan di navbera 12 û 16an de ye, ji sedî 6ê zarokan jî di binê 12 salî de ne. Di raporê de agahiyên balkêş cih digirin. Piraniya zarokên şervan li Iraqê mirine.
Ev kurikên mirine giştiyê wan li Sûriyê ji dayik bûne. Hat diyarkirin ku DAIŞ zarokan li Sûriyê perwerde dike û piştre dişîne Iraqê. Ji welatên Yemen, Erebîstana Siudî, Tunus, Lîbyayê jî gelek zarok tevlî DAIŞ'ê bûne.
Charlie Winterê ku ev rapor nivîsiye dibêje: "DAIŞ zarokan wek mezinan dide şerkirin. Eger zarok ji şer û pevçûnan neyên dûrxistin, piştî DAIŞê li dinyayê wê çi rû bide em nizanin."
Her ku şer gurtir dibe hejmara çekdaran jî zêdetir dibe. DAIŞ li hinek deverên Sûriyê ji bo ku endamên xwe kêm neke bêhtir girîngiyê dide zarokan. Li gelek kampên taybet ên DAIŞê bi sedan zarok ji bo şer tên perwerde kirin.