42 xiristyan ji aliyê DAIŞê ve hatin berdan

Di 23ê Sibata 2015an dema ku DAIŞê bajarokê Til Temirê kontirol kir, nêzîkî 200 welatiyên xiristyan dîl girtibûn û bermberî pereyan di hinder salekê de hemû berdan.

K24-Hesekê

Rêxistina DAIŞê hejmara dawî ya xiristyanên dîl li cem xwe ku hejmara wan dikir 42 kes berdan di n wan de 7 zarok hebûn.

Derbarê berdana wan xiristyanan, berpirsê Rewangeha Asorî ya Mafê Mirovan Ûsama Idward daxuyaniyek belav kir tê de, tekez kir ku, DAIŞê 42  xiristyên ku ji 23ê Sibata 2015an ve, revandibûn berdan, da zanîn ku, ew her 42 kes hejmara dawî bûn ên di destê DAIŞê.

Ji aliyê xwe ve jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan berdana wan xiristyanan tekez kir, aşkerekir jî ku ew xiristyan beramberî pereyan hatibûne berdan, hejmara wan pereyan jî,25ê milyon dolarên Amerîkî bû.

Di 23ê Sibata 2015an dema ku DAIŞê bajarokê Til Temirê kontirol kir, nêzîkî 200 welatiyên xiristyan dîl girtibûn û bermberî pereyan di hinder salekê de hemû berdan.