Rejîma Sûriyê agrbest qebûl kir

Duh, Amerîka û Rûsyayê li ser ragihandina agirbestekê li Sûriyê lihev kiribûn, ku dê roja 27ê Sibatê têkeve warê cîbicîkirinê de

K24-Navenda Nûçeyan

Rejîma Sûriyê razîbûna xwe li ser agirbesta ku ji aliyê Amerîka û Rûsyayê ve hatibû ragehandin û biryare di 27ê vê mehê de were cîbecîkir ragehand.

Derbarê razîbûna Sûriyê Ajnsa SANA ya ser bi rejîma Sûriyê ragehand ku, berpirsekî ji Wezareta Derve ya Sûriyê daxuyaniyek belav kiriye, tê de wiha got: "Bi armanca serkeftina cîbecîkirina agirbestê di dema xwe ya diyarkirî de, em amadene  ligel aliyên Navdewletî havkariyê bikin."

Wî berpirsê rejîma Sûriyê da zanîn ku, Hikûmeta Sûriyê mafê, bervaniya welatiyên Sûriyê heye, eger ew girêbest were binpêkirin.

Duh, Amerîka û Rûsyayê li ser ragihandina agirbestekê li Sûriyê lihev kiribûn, ku dê roja 27ê Sibatê têkeve warê cîbicîkirinê de.Ji aliyê xwe ve jî Serokê Itîlafa Sûriyê Xalid Xoce da zanîn ku, dema wê agirbestê du heftî ne, dibe ku were dirêjkirin.