Brîtanya ji “hevahengiya” YPGê û Esed dilgiran e

YPGê red dike ku têkiliya wan bi rejîma Sûriyê re hebe, rejîm jî tekez dike.

K24- Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand ku, ew ji “hevahengiya hêzên Kurdî, hikûmeta Beşar Esed û Hêzên Esmanî yên Rûsyî” dilgiran in.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê, Philip Hammond diyar kir ku, hin belgeh hene ku “hevahengiya” Yekîneyên Parastina Gel (YPG), rejîma Sûriyê û firokeyên Rûsî, eşkere dikin.

Hammond wiha berdewam kir: “Di heftiye borî de, belgeyên li ser hebûna hevahengiyê di navbera hêzên Kurdî li Sûriyê û rejîma Sûriyê û Hêzên Esmanî yên Rûsî de derketine. Em ji rola Kurdan di vê pirsê de dilgiran in.”

Beriya niha Şêwirmenda Serokê Rejîma Sûriyê, Buseyna Şeiban ragihandibû ku, serkeftinên YPGê, serkeftinên artêşa Sûriyê ne û berdewam hevahengî di navbera wan de heye.

Lê fermandeyên YPGê berdewam wan daxuyaniyê rejîma Sûriyê red dikin.