Parêzgariya Diyarbekir: Kesên sivîl dikarin ji Sûrê derkevin

Li gor agahiyên fermî heta niha 68 endamên hêzên ewlehiya Tirk û 223 jî endamên Yekitiya Parastina Sivîl (YPS) hatine kuştin.

K24 - Diyarbekir 

Li Sûra Navçeya Diyarbekirê ev 84 roj e ku qedexe hatiye ragihandin û şer û pevçûn lê didomin. Bi taybet di nav çend rojên dawî de li Diyarbekirê alozî zêdetir bûye. 

Di nav hefteya borî de 18 endamên hêzên parastina dewleta Tirk hatine kuştin. Li navçeya Sûrê pevçûn didomin û dengê bombe û çekan li hemû deverên bajêr tê bihîstin. 

Leşkerekî ku rojek berê birîndar bûbû îro 23ê Sibatê canê xwe ji dest da. Li gor agahiyên fermî heta niha 68 endamên hêzên ewlehiya Tirk û 223 jî endamên Yekitiya Parastina Sivîl (YPS) hatine kuştin. Lê YPS hêjmara cangoriyên xwe red dike. Herwiha Serokê BAROya Dyarbekirê jî di nav de, bi dehan sivîl jî di şer û pevçûnan de hatine kuştin. 

Komeleyên mafên mirovan û saziyên wek Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Heremên Demokratîk (DBP) jî ragihandibûn ku li navçeyê nêzîka 200 kesên sivîl hene û divê rêyek ji bo derketina wan bê vekirin. 

Parêzgariya Diyarbekirê jî îro ragihand ku kesên sivîl ên li navçeyê eger wan agahdar bikin û ciyên xwe bibêjin di saet 16an de, ew amade ne ku welatiyan bi ewlehî ji wir derbixin.