Obama: Dema daxistana Gwantanamoye.
Bo daxistan zîndana Gwantanamoyê serkoê Emerîkayê Barak Obama pirojeyek pêşkêşî Kongirêsa welatê xwe kir.
K24- Hewlêr:
Bo daxistan zîndana Gwantanamoyê serkoê Emerîkayê Barak Obama pirojeyek pêşkêşî Kongirêsa welatê xwe kir.
Di wê pirojeyê de serokê Emerîkayê daxwaz kirîye, pişkek ji girtîyên zindana Gontanamoyê bihên veguhaztin bo welatênwan û zîndanîyên metrsîdar jî, li zîndanên Emerîkayê bihên bendkirin. Ev jî bû cihê nerazîbûna Emrîkayîyan.
Li ser pilana wezareta Bervanîya Emerîkayê bo daxistina zîndana Gwantanamo, Barak Obama di Gotarekê de li Koşka Sipî, daxwaz ji Kongirêsa welatê xwe kir rezamendîyê xwe nîşan biden li ser ewê pilanê.
Serokê Emerîkayê got: Zîndana Gwantanamo zîyanê digehîne hevpişkîya Emerîkayê û welatên cîhanê û xaleka reşe di tomara Emerîkayê de bo rêzgirtina yasayê.
Obama got jî: Berdewambûna Gwantanamo gefe bo ser asayîşa neteweyîya Emerîkayê.
Obama amaje bi wê yekê jî kir ku di dema deh salên bûrî de, Gwantanamoyê zîyan gehandîye cengê dijî tîrorê.
Herweha Serokê Emerîkayê got: Ji alîyê hikumeta Emrîkayê ve, slane zêdetir ji 85 milyon dolaran bo Zîndana Gwantanamo xerc dike û eger ev zîndane bihê daxistin ev pere jê dibe paşekevt.
Li gor pilana Wezareta Berevanîya Emerîkayê,bi çar qonaxan 91 zîndanî dihên veguhaztin ji zîndana Gwantanamoyê bo Emerîka û welatên din. Qonaxa yekê 35 zîndanî dê bihên veguhaztin.
Jêder: CNN