Li Tirkiyê piraniya wan Kurd 32 rojnameger girtî ne
Li Tirkiye û Bakurê kurdistanê nêzîka 700 rojnameger tên darizandin, 32 rojnameger jî di girtîgehan de ne ku piraniya wan Kurd in. Di warê azadiya çapemeniyê de jî Tirkiye di nava dewletên cîhanê de, di rêza 145emîn de ye.
K24 – Enqere
Yek ji karên herî dijwar li Tirkiyê rojnamegerî ye. Li aliyekî rojnameger tên berdan lê belê li aliyê din bi dehan rojnameger hê jî zindankirî ne. Gelo bi berdana Can Dûndar û Erdem Gul zextên li ser rojnamegeran kêm dibin?
Tirkiyê di binpêkirina azadiya fikr û ramanê û di warê girtina rojnamegeran de, yek ji wan dewletên herî paşmayî ye. Bi taybetî rewşa rojnamegerên Kurd gelekî nebaş e. Digel ku di şert û mercên şer de karên xwe dikin, bi zext û fişara polîsan rûbirû dimînin û tên zindankirin û mîna rojnamegerên Tirk Can Dundar û Erdem Gul zûbizû azadî nabe para wan.
Serokê Komeleya Rojnamegerên Nûjen Ahmet Abakay dibêje her çiqas berdana Can Dundar û Erdem Gul cihê kêfxweşiyê be jî, hê jî zextên li ser rojnamegeran berdewam in û rojbiroj zêdetir dibin.
Ahmet Abakay got: “Ji sedî 80ê Medyayê di destê desthilatdariya siyasî de ye, lê belê dixwaze ji sedî 20ê mayî jî têxe bin destê xwe. Opozîsyoneke biçûk jî li hemberî xwe naxwaz in. Ev yek jî tê wê wateyê ku li Tirkiyê, demokrasî û azadiya fikir û ramanê nîn e. Lê belê em ê li ser têkoşîna xwe ya bo rojnamegeriya azad berdewam bin.”
Li Tirkiyê û Bakurê kurdistanê nêzîka 700 rojnameger tên darizandin, 32 rojnameger jî di girtîgehan de ne ku piraniya wan Kurd in. Herwiha di warê azadiya çapemeniyê de jî Tirkiye di nava dewletên cîhanê de, di rêza 145emîn de ye.
Serokê Serokê Konfedaresyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) Kanî Beko dibêje digel zindankirina rojnamegeran sûcekî mezin e û di platformên navdewletî de Tirkiyê her ji ber vê yekê tê tawambar kirin: “Digel azadiya fikr û ramanê û azadiya çapemeniyê bi destûr û yaseyan hatiye mîsoger kirin, Tirkiye di binpêkirinê de berdewam e û hê jî rojnamegeran zindanî dikin. Mîna apê Musa bi sedan rewşenbîr û rojnameger li ser van axan hatin kuştin. Ango di warê azadiya çapemeniyê de Tirkiye her di cihê xwe de dimîne.”
Digel zextên li ser rojnamegeran, gelek rojname û televîzyonên mulalîf jî tên girtin. Herî dawî di 24ê sibatê de Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ji TURKSATê daxwaza betalkirina weşana ÎMC TV kir û piştî wê 2 rojan 26 Sibatê saet di 15:20an de weşana televizyona ÎMCê hat tarîkirin. Bi vê yekê Tirkiye careke din, di warê azadiya çapemeniyê de, gaveke sosret avêt.
Serokê Komeleya Rojnamegerên Nûjen Ahmet Abakay
Serokê Serokê Konfedaresyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK) Kanî Beko