HSD: Girê Spî û gundên wê bi temamî hatin baqij kirin
Piştî ku hejmarek ji çekdarên DAIŞê karîbûn derbasî nava bajarokê Girê Spî bibin û navçeyên wê kontrol bikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) karîn wî bajarokî û gund û warên wê ji çekdarên radîkal paqij bikin.
K24 – Girê Spî

Fermandeyê HSDê, Îsa Mehmûd ji K24ê re ragihand ku, HSD bi alîkariya firokeyên hevpeymaniya navdewletî karîn bajarokê Girê Spî û deverên Hemam el-Turkmen, Eyn el-Erûs û Silog ji çekdarên DAIŞê baqij bikin. Ev yek jî hat, piştî 2 rojan ji şer û pevçûnan, ku di encamê de hemû çekdarên DAIŞê yên ku derbasî navçeyên navhatî bibûn hatin kuştin.
li gor xelkên deverê, çekdarên DAIŞê komkujî li gundê Eyn el-Erûsê kirin û heta niha beşek ji sîvîlan koçberî gundên ewle bûne.
Hat ragihandin ku, çekdarên DAIŞê yên ku êrîşî bajarokê Girê Spî kirine, heşdeh salî bûn û leşkergehên Reqayê hatebûn perwerdekirin û cel û bergên YPG û hêza Erkê Xweparastinê li xwe kirbûn.