Gelo Cemîl Bayik xwest çi bibêje?

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ragihand ku eger partiyek bi deste Abdullah Gul û Bulent Arinç were avakirin ew dikarin piştgiriyê bidinê. Gotinên Bayik jî yekser bûn rojev.

K24 - Enqere

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik ragihand ku eger partiyek bi deste Abdullah Gul û Bulent Arinç were avakirin ew dikarin piştgiriyê bidinê. Gotinên Bayik jî yekser bûn rojev.

Li Tirkiyê ev demeke îdiayek giring di nav kûlîsên Enqerê de tê axaftin. Gelo eger heye damezrênêrên Ak Partiyê bi partiyek nû derkevin holê? Civînên di navbera wan kesan de ev îdia xurttir kiribû û mijar bi navê “partiya pênçemîn” di nav nirxandinên siyasî de cih girt

Di nav van nîqaşan de Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik li ser mijarê daxuyaniyek balkêş da. Bayik diyar kir ku di rewşek wiha de ew ê piştevaniya partiya nû bikin

Cemîl Bayik got: “Komek heye ku xwedî li felsefeya damezrandina AK Partiyê derdikeve û dibînin ku Erdogan welêt ber bi faşîzmê ve dibe. Abdullah Gul û Bulent Arinç, eger ev kom, vegere felsefeya damezrandina AK Partî û xwedî li pîvanên demokratîk derkeve, wek PKKê em dê piştgiriyê bidin xebatên wiha.”

Gotinên Bayik di demek kurt de deng vedan û herwiha wateya gotinên wî bû cihê nîqaşan. Gelo Bayik bi vê yekê dixwaze çi bêje? Siyasetmedarê Kurd yê xwedîezmûn Selîm Sadak gotinên Bayik erênî dinirxîne û dibêje daxuyaniyên Bayik nîşan dide ku PKK bo demokrasiya Tirkiyê hewlên giring dide.

Selîm Sadak ji Kurdistan24ê re wiha axifî: “Ji daxuyaniyê wilo diyar dike. Ne ji bo tenê Kurdan siyasetê dike. Bo tevahiya Tirkiyê ku bigehe hizurekê, azadiyekê, wekheviyekê. Keda wan kispa wan, xwêdana eniya wan nebe top û nebe gülle. Dixwaze ku bi qasî gelê Kurd Tirk jî bikevin istirehetê de û ev jî mesajeke gelek giring e.”

Abdullah Gul û Bulent Arinç, di 11ê Sibatê de, li Enqerê civiyabûn ku civîn wekî xebatên partiyeke nû hatibû nirxandin û ji gelek aliyan ve yekser yan jî neyekser piştgirî bo wê partiyê hatibû ragihandin. Herwiha gotinên Bayik yên li ser vê yekê wek piştevaniya partiya pençemin ya dawî bi awayekî balkêş ket rojevê. Wisa diyare ku gotinên Bayik wê gelekî bên axaftin.