Îran: Me li Tengava Hurmizê droneke pêşkeftî ya Amerîkayê xist xwarê
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wan li asmanê Tengava Hurmizê droneke pêşkeftî ya Amerîkayê xistiye xwarê û destnîşan kir ku ev 54emîn drona Amerîkî ye ku ji aliyê hêzên wan ve tê têkbirin.
Li gorî daxuyaniya Supaya Pasdaran, berbanga îro 20ê Cotmehê, droneke pêşkeftî ya artêşa Amerîkayê ji cureya "MQ-9" li asmanê Tengava Hurmizê hatiye armancgirtin û xistin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev drona pêşkeftî bi rêya sîstemên nû û modern ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran ve hatiye şopandin û piştre hatiye têkbirin. Herwiha Pasdaran got ku ev 54emîn drona Amerîkayê ye ku ji aliyê hêzên wan ve tê xistin.
Di heyama borî de aloziyên serbazî yên di navbera Amerîka û Îranê de li ser avên Kendavê û bi taybetî li Tengava Hurmizê bi awayekî berbiçav zêde bûne. Pevçûn û rûbirûbûnên rasterast di navbera hêzên deryayî û asmanî yên her du welatan de li vê herêmê gelek caran dubare bûne.
Tengava Hurmizê wekî yek ji girîngtirîn rêyên deryayî yên cîhanê ji bo veguhestina petrolê tê naskirin. Ji ber vê yekê, rûdana vî rengî pêşveçûnên leşkerî metirsiya têkçûna ewlehiya enerjiyê ya li seranserê cîhanê û metirsiya şerekî berfirehtir li navçeyê zêde dike.