UNHCR: Ji meha Tebaxê vir ve zêdetirî 250 hezar kes li Yemenê koçber bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (UNHCR) ragihand, ji ber destpêkirina şer û pevçûnên nû yên ji meha Tebaxê vir ve, zêdetirî 250 hezar kes li navxweyî Yemenê aware bûne. Rêxistinê nîgeraniya xwe ya kûr li hemberî têkçûna rewşa mirovî ya wî welatî anî ziman.

Li gorî daxuyaniya UNHCRê, ev pêla mezin a awarebûnê piştî nûbûna şerê navbera hêzên hikûmeta Yemenê ya bi piştgiriya Erebistana Siûdî û Hûsiyan rû daye.

Berdevkê UNHCRê Matthew Saltmarsh li bajarê Cinêvê di daxuyaniyekê de ji bo rojnamevanan destnîşan kir, rêxistina wan bi tundî ji ber xirabûna qeyrana awareyan li Yemenê nîgeran e, ji ber ku hejmara kesên bêwar ji 250 hezarî derbas bûye. Saltmarsh diyar kir ku ev hejmar di navbera 1ê Tebaxê heta 17ê Cotmehê de hatiye tomarkirin.

Piştî çend salên aramiyê, welatê Yemenê di meha Tîrmehê de careke din kete nav agirê şer de; ev yek jî piştî wê yekê hat ku pevçûnên herêmî yên serê meha Sibatê, piştî êrişên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê, berfireh bûn û bandor li rewşa Yemenê kirin.

Berdevkê UNHCRê da zanîn, parêzgeha Teizê ya li rojavayê wî welatî cihekî herî cihê metirsiyê ye; ji ber ku ji sedî 76ê awarebûnê ji vê parêzgehê dest pê dike û herwiha ji sedî 52ê awareyên nû jî berê xwe dane heman herêmê.

UNHCRê ragihand, ew alîkariyên diravî yên lezgîn pêşkêş dikin, hewl didin stargehên hawarçûnê dabîn bikin û tevî hevkarên xwe dixebitin da ku pêdiviyên sereke yên jiyanê bigihînin malbatên awarebûyî.

Tevî van hewldanan jî, Saltmarsh tekez kir ku astengiyên rê û ewlehiyê hîn jî li pêşiya xebatên mirovî û çûnûhatinê dibin rêgir. Bi taybetî li Kampa Xerazê ya li parêzgeha Lehcê li başûrê welêt, ku nêzîkî 10 hezar kes lê dimînin, gihandina alîkariyan pir zehmet e.

Her wiha hat aşkerekirin ku zêdetirî 65 hezar penaber û daxwazkerên penaberiyê – ku piraniya wan ji Somalya û Etiyopyayê ne – li Yemenê mane û ew bi xwe jî ji ber şerê nû mexdûrên herî mezin in.

Derbarê penaberên ku berê xwe dane derveyî Yemenê, UNHCRê heta 17ê Cotmehê navê 4 hezar û 78 penaberan tomar kiriye; ji wan 3 hezar û 836 kes li Cîbûtî û 242 kes jî li Somalyayê ne. Hat ragihandin ku di navbera 8 û 14ê Cotmehê de ti pêleke nû ya penaberan ji Yemenê negihîştiye Cîbûtiyê.