Mesrûr Barzanî: Boykotkirina parlamentoyê revîna ji berpirsiyariyê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser çend pirsên girîng ên navxweyî; ji wan çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê, pêwendiyên navbera PDK û YNKê, parastina jîngeha Kurdistanê û beşdariya saziyên Kurdî di konferansên navneteweyî de.
"Boykotkirina parlamentoyê bêwefayî ye li hemberî dengê xelkê"
Derbarê pirsa çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê de, Serokwezîr rexne li boykotkirina rûniştinan girt û ew wekî “revîna ji berpirsiyariyê” bi nav kir. Di vî warî de ragihand: “Em amade ne parlamento were çalakkirin. Ev erk û berpirsiyariyeke nîştimanî ya me hemûyan e, bi taybetî ya wan endamên parlamentoyê ye ku ji aliyê xelkê ve hatine hilbijartin. Heq e ku li hemberî wan dengan xwedî wefa bin û li parlamentoyê amade bibin.”
Her wiha got jî: “Heger bixwazin li wir behsa projeyên siyasî jî bikin, ew gotûbêj dikarin li parlamentoyê bên kirin. Lê belê boykotkirina parlamentoyê bi rastî revîna ji berpirsiyariyê ye, bêwefayî ye li hemberî dengê xelkê Kurdistanê.”
Mesrûr Barzanî hêvî xwast ku parlamenter vegerin parlamentoyê û got: “Hêvîdar im her parlamenterek di asta berpirsiyariya xwe de be û parlamentoyê çalak bikin. Em li benda wê ne ku ew birêz careke din vegerin parlamentoyê; ev bila bibe gava yekem ji bo xizmetkirina xelkê Kurdistanê û hêvîdar in bibe gavek ji bo pêkanîna hikûmeta dahatû ya Kurdistanê jî.
Amadebûn ji bo civîna bi YNKê re
Li ser pirsa peyamnêra Kurdistan24ê ya derbarê hewldanên ji bo civîna navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) de, Mesrûr Barzanî amadebûna partiya xwe anî ziman û destnîşan kir ku ew li benda aliyê hember in.
Di vî warî de ragihand: “Em li bendê bûn civînek were kirin, lê ji ber hin sedeman hat paşxistin. Ka em bibînin; em li bendê ne û her gava ku ew amade bin, em amade ne di her demekê de vê civînê pêk bînin.”
Projeya tomarkirina ajal û riwekên Kurdistanê
Di beşeke din a axaftina xwe de, Serokwezîr behsa girîngiya jîngehparêziyê û projeya tomarkirina ajal û riwekên Kurdistanê kir û daxwaz ji welatiyan kir ku tê de beşdar bibin: “Tomarkirina van daneyan ji bo wê yekê ye ku hem ji aliyê zanistî ve lêkolîner û akademîsyen bikaribin zêdetir li ser wan ajal û riwekên li Kurdistanê hene bixebitin. Ev yek ji aliyê zanistî ve girîng e, ji bo dibistanan girîng e, ji bo lêkolîneran girîng e, û her wiha ji bo jîngeha Kurdistanê û xweşî û xwezaya Kurdistanê jî girîng e.”
Her wiha bang li welatiyan kir û got: “Li vir ez daxwazê ji hemû welatiyan dikim ku girîngiyê bidin jîngehparêziyê û xwezaya ciwan a Kurdistanê; herwiha ew bi xwe jî dikarin bibin alîkarê vê projeyê. Her kesê ku karibe tiştekî tomar bike, wêneyên ciwan ên wan ajalan bigire yan riweke nû bibîne, dikare têkildar û hevaheng be da ku em hemû bi hev re bêtir alîkariya vê projeya niştimanî ya girîng bikin.
Beşdariya saziya Kurdistan Foundationê di konferansên navdewletî de
Derbarê beşdariya “Kurdistan Foundation” di Konferansa Cîhanî ya Jîngehê (COP17) de li Êrîvana paytexta Ermenistanê, Serokwezîr ligel xwestina serkeftinê ji bo wan, teqezî li ser gihîştin û pêşketina saziyên Herêma Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî herwiha got: “Beriya her tiştî ev saziyeke serbixwe ye û ez serkeftinê ji wan re dixwazim. Hêvîdar im serkeftî bin; beşdariya wan bêguman asta pêşketin û gihîştina Herêma Kurdistanê li ser asta navneteweyî nîşan dide. Vexwendina wan bo van cure konferansan, nîşana giringîdana bi wan sazî û dezgehan e yên ku li Herêma Kurdistanê pê gihîştine û dikarin di van waran de kar bikin.”