Amerîka bo rûxandina Bendava Mûsilê hişyariyê dide
Dîplomasiyên Amerîka, NY û Iraqê derbarê egera rûxandina Bendava Mûsilê de li hev civiyan, hişyarî dank u metirsî li ser jiyana dora milyon û 470 hezar kes heye.

K24 – Navenda Nûçeyan
Dîplomasiyên Amerîka, NY û Iraqê derbarê egera rûxandina Bendava Mûsilê de li hev civiyan, hişyarî dank u metirsî li ser jiyana dora milyon û 470 hezar kes heye.
Nûnera Amerîkayê di NY Samanhta Power, di civînekê de ligel hevşanê xwe yê Iraqî Mihemed Elî Hekîm û pisporên ji Artêşa Amerîkayê û berpirsin ji NY civiya û ragihand ku, tevî tedabîrên girîng derbarê rûxandina bendava Mûsilê hatine standin, lê hên egera hilweşîna wê heye, heger bû û hat hilweşandinm dê karesatekê çê bike.
Demeke ku metirsiya têkçûna Bendava Mûsilê ketiye rojevê, eger ew karesat jî biqewime, dê jiyana welatiyên Mûsil, Tikrît, Samiraa û Bexdayê di metirsiyê de be. Li gor zanyayriyan heger Bendava Mûsilê têk biçe, dê jiyana 1 milyon û 470 hezar kesî di metirsiyê de be.
Berî niha jî Serokê Amerîkayê Barak Obama di pêwendiyeke telefonî daxwaz ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kirbû ku, rê li pêşiya têkçûna Bendava Mûsilê bigre.
Hikûmeta Iraqê jî tekez dike ku, wê girêbesT ligel kompaniyeyek Îtalî îmze kiriye, ji bo ku bingehên Bendava Mûsilê bihêz bike û metirsiya têkçûnê jinav bibe.
Di sala 2014an de, DAIŞê bo heyama 2 heftiyan Bendava Mûsilê girtibûn, lê piştire Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi piştgiriya firokeyên hevpeymanan, bendav kontrol kiribûn.