Mesrûr Barzanî: Em li dijî hewlên dabeşkirina Herêma Kurdistanê radiwestin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 14ê Mijdara 2026an, qonaxa duyem a projeya Kembera Kesk a Hewlêrê dest pê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîma destpêkirina qonaxa duyem de, gotarek pêşkêş kir û ragihand, di vê qonaxê de zêdetirî milyonek û 800 hezar şitil tên çandin.
Beşek ji gotinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
- Di vê qonaxê de zêdetirî milyonek û 800 hezar şitil tên çandin.
- Çi ji destê me bê, em ê ji bo başkirina keşûhewayê bikin û em ê berdewam bin.
- Ev proje dikare ji gelek aliyan ve sûdê bigihîne xelkê Kurdistanê.
- Gelek kes dikarin di vê projeyê de kar bikin û dar jî berhemdar in, lewma ji aliyê xwarinê ve jî dikare sûd jê bê wergirtin.
Em spasiya hêzên Pêşmerge û xwişk û birayên xwebexş dikin ku di vê projeyê de beşdar in.
Ji ber jeneratorên ehlî, keşûhewaya Hewlêrê qirêj bûbû.
- Projeya "Ronakî" bandoreke mezin li ser paqijkirina avûhewaya Hewlêrê û hemû Kurdistanê hebûye.
- Berê hewla birîna daristanên Kurdistanê hatiye dayîn.
- Êrîşkirina li ser kêlgeha Kormorê tawaneke li dijî hemû xelkê Kurdistan û Iraqê ye û nayê qebûlkirin.
- Hêvîdar im lijneya lêkolînê di demeke nêzîk de bigihîje encamekê û ew kesên ku tawan kirine û yên li pişt tawanê ne, bigihîjin cezayê xwe yê yasayî.
- Parastina qewareya Herêma Kurdistanê erkê me hemûyan e.
- Em ê rûbirûyî her hewleke ji bo dabeşkirina Herêma Kurdistanê bibin.
- Piştrast im her Kurdekî dilsoz û niştimanperwer dê li dijî dabeşkirina zêdetir a Herêma Kurdistanê raweste.
- Em ê di cîbicîkirina projeyên xizmetguzariyê de li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê berdewam bin.
- Spasiya welatê Yûnanistanê dikim ku ji bo cîbicîkirina projeyê ligel me hevkar in.
Tê nûkirin..