Tahir Elçî bi daristanekê hat bibîranîn

Bi pêşangiya Şeradariya Mezin û BAROya Diyarbekirê, ji bo bîranîn û jiyandina navê Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku di 28ê Sermawêzê de, hatibû kuştin daristanek hat çêkirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d7ac0153-8611-4be9-9404-2b2ffd84b489/BiNaveTahirElciDaristanHatCandin.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Bi pêşangiya Şeradariya Mezin û BAROya Diyarbekirê, ji bo bîranîn û jiyandina navê Serokê BAROya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku di 28ê Sermawêzê de, hatibû kuştin daristanek hat çêkirin. Di daxuyaniya ku li ciyê daristana Tahîr Elçî hat dayîn de, helwêst û derxistina astengiyên dewleta Tirk hat şermezar kirin. Daristan bi beşdariya nûnerên saziyên sivîl, hevjîna Elçî Turkan Elçî û ji her temenî welatiyan hat çêkirin.

Ji bo Jiyandina navê Tahîr Elçî, Şaredariya Mezin a Diyarbekirê, zeviyek diyar kiribû. Lê polîs û leşkerên Tirk rê girtin û dan zanîn ku ji ber ewlehiyê ew destûr nadin ku li wî ciyî daristan bê çêkirin. Li ser vê yekê jî Şaredarî li gel Stadyûma Werzişa AmedSporê ciyekî nû diyar kir û li wê derê daristana bi navê Tahîr Elçî hat çêkirin.

Li ciyê daristanê, qedexe û astengiya rayedarên dewletê hat şermezar kirin û hat gotin ku ew dixwazin xweza bê parastin û daristan û şînayî li her ciyekî were zêde kirin. Hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî jî kêfxweşiya xwe ji bo wê hewldanê ragihand û diyar kir ku Tahîr Elçî, ji bo prastina nirxên bajêr û gel hat kuştin, lê bi vê daristanê dê fikrên wî jî mezin û belav bibin.

Berdevkê Çapameniyê yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Muharem Erbey jî da zanîn ku, Elçî parêzavanê mafên mirovan û xwezayê bû û divê mirovên wiha neyên jibîr kirin: “Hem BAROya Amedê, hem jî Şerdariya Amedê bi fikrên hevbeş, bi hevre ev çalakî sazkirin. Em jî, îro li vê derê beşdar bûn. Zarok û gelek kesên navdar, endamên BAROyê hatine li vir amade ne.”

Zarokên hezkiriyên, Tahîr Elçî, ji mamosteya xwe daxwaz kirine ku ew jî ji bo Elçî şitlê daran biçînin. Mamosteya wan Neriman Tunçkan Yilmaz ji Kurdistan24ê re da zanîn ku, demsala biharê serdema vedana jiyanê ye û dê zarok û ev daristan navê Tahîr Elçî di bîran de bihêlin.

Mamosteya Dibistana Umut Işıgı ya Koperatifa Jinan Nerîman Tunçkan Yilmaz wiha axifî: “Zarokên me jî şaxên me ne. Zarok û şaxên daran li gel hev, hêstên pir xweş dixin nava mirov. Loma, me zarokên xwe, zarok û kulfetên xwe kom kirin û em hatin vir.”

Hat daxwaz kirin ku, çarenûsa bajaran ji Enqerê ve neyê destnîşan kirin û li gor nirx û taybetiya bajaran rêvebir û nişteciyên bajaran biryarên bajarên xwe bidin.