Parêzgarê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin û li gorî rêkeftina aliyan, dê heta serê sala nû di posta xwe de bimîne.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Kerkûkê da zanîn, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê îro Şemiyê, 14ê Mijdara 2026an, berbijarê Bereya Tirkmenî Qehtan Wendawî wekî parêzgarê nû hilbijart.

Peyamnêrê Kurdistan24ê da zanîn jî, ji tevahiya 15 endamên amadebûyî yên encûmenê, 14 endaman bi "Belê" deng da Wendawî û dengek jî pûç bû.

Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd ji Kurdistan24ê re ragihand, dengdan di proseyeke demokratîk û bêpirsgirêk de birêve çû, çimkî berê rêkeftina hemû aliyên siyasî li ser hilbijartina Wendawî wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê hatibû kirin.

Hesen Mecîd got: "Niha Kerkûk piştî 30 rojan ji hebûna valahiya kargêrî û ewlehiyê, xwedî parêzgar e. Em jî wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê, her dem biryarên me li ser bingeha berjewendiyên xelkê Kerkûk û Kurdistanê bûne, loma me bi pêwîst zanî deng bidin parêzgarê nû."

Serokê Fraksiyona PDKê tekez kir ku ew ê bibin çavdêrekî gelekî baş ê karên hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê, bi taybetî ji bo vegerandina hevsengiyê bo bajêr.

Ji aliyekî din ve, Endamê Fraksiyona Erebî li Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Şêx Zahir Asî ji Kurdistan24ê re ragihand, rêkeftin heye û garantî ji wan re hatiye dayîn ku ji 01-01-2027an ve posta parêzgariyê ji pêkhateya Erebî re bê dayîn; ango parêzgarê nû yê Tirkmen dê heta serê salê kar bike û paşê dest ji kar berde.

Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji 16 kursiyan pêk tê; di hilbijartinên 18ê Mijdara 2023an de, aliyên Kurdî heft kursî (pênc YNK û du PDK), pêkhateya Ereb şeş kursî, Eniya Tirkmenî du kursî û pêkhateya Xiristiyan jî kursiyek bi dest xistibûn.

Li gorî rêkeftina dabeşkirina desthilatê di navbera aliyan de ya sala 2024an, posta Parêzgarê Kerkûkê bi awayekî dorveger tê birêvebirin; destpêkê Rêbiwar Teha ji Tebaxa 2024an heta Nîsana 2026an bo dema 20 mehan parêzgar bû, paşê di Nîsana 2026an de post ji pêkhateya Tirkmen re hat dayîn û Mihemed Seman wekî parêzgar hat hilbijartin.

Piştî ku di 15ê Cotmeha 2026an de Mihemed Seman Axa wekî Wezîrê Dewletê bo Karûbarên Pêkhateyan di kabîneya hikûmeta Iraqê de sûnda yasayî xwar, posta parêzgar vala bû û Rêbiwar Teha wekî karbirêker karûbar birêve birin. Herçend biryar bû di 11ê Mijdara 2026an de rûniştina hilbijartina parêzgarê nû bihata lidarxistin, lê ji ber nakokiyên siyasî hatibû paşxistin.