Bi proseya aştiyê re, jiyan vegeriya gundên Amêdiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî destpêkirina proseya aştiyê û rawestandina şerê di navbera PKKê û artêşa Tirkiyeyê de, aramî bo gundên sînorî yên qezaya Amêdiyê vegeriyaye û avedankirinê li herêmê dest pê kiriye. 

Peyamnêrê Kurdistan24ê serdana gundê Guherzê yê li devera nahiyeya Dêrelûkê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve kir û di raporekê de da zanîn ku piştî ragihandina proseya aştiyê di sala borî de li Tirkiyeyê, şerê di navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyeyê de hatiye rawestandin û proseya avedankirinê dest pê kiriye.

Aşkere kir jî ku gundê Guherzê berê 36 caran ketiye ber êrîşên şerê di navbera her du aliyan de û ji ber wî şerî jî li qezaya Amêdiyê zêdetirî 300 gundan nehatibûn avedankirin, lê niha zêdetirî 160 malbatan li Guherzê niştecih in û mijûlî kar û jiyana xwe ya rojane ne.

Berê ji ber tirsa şer û topbaranê, ajeldaran nikarîbûn bi azadî berê xwe bidin çiyayan. Ajeldar û niştecihê gund Ehmed Seidulla berê nikarîbû pez û dewarên xwe ji 200 metreyan zêdetir ji cadeyê dûr bixe, lê niha bê tirs wan li çiyayan diçêrîne.

Ehmed Seidulla ji Kurdistan24ê re got: "Niha rewş, spas ji Xwedê re, gelekî aramtir e. Nêzîkî salekê beriya niha şer li vir wekî eniyekî şer lê hatibû; te nikarîbû 200 heta 300 metreyan ji gund dûr bikevî, yan dron dianîn ser te yan jî teqe li te dikirin, lê niha teqe nemaye û aramî ye."

Di heman demê de, niştecihekî din ê gund Talib Mûsa got ku şer, top û firoke nemane û niha ji bo xwedîkirina pez û dewaran û karkirina li ser zeviyên xwe derdikevin derve û rewş asayî bûye.

Ji aliyekî din ve, Îbrahîm Mela Ehmed behsa rojên şer kir û got: "Berê top diketin nav malan û derdora gund û xelkê nikarîbû biçe nêzîkî bilindahiyan; rewşeke nexweş bû, lê niha gelekî baş e û tu tirs nîne."

Welatiyekî din ê gund Şakir Guherzî jî tekez kir ku heta niha topbaran nebûye û ew aram in; hêvî û daxwaza wan jî ew e ku deverê bi temamî bihêlin û biçin, da ku zêdetir asûde bin û careke din avedaniya zêdetir vegere.

Proseya aştiyê aramî aniye herêmê û rewşa xelkê ji tirs û şer ber bi jiyaneke aram ve guhertiye; di heman demê de deriyê kar û debarê li ber welatiyan vekiriye. Ev yek jî ji bo gundên sînorî werçerxaneke mezin e, çimkî bi salên dirêj ji ber şerê PKKê û artêşa Tirkiyeyê ji vê jiyana aram dûr bûn.

Proseya nû ya aştiyê li Tirkiyeyê di Cotmeha 2024an de piştî destpêşxeriyên Dewlet Baxçelî dest pê kir û piştî çendîn serdanên bo cem Ebdullah Ocalan, di 27ê Sibata 2025an de bang li PKKê hat kirin ku kongreyê li dar bixe, çekan deyne û xwe hilweşîne. Paşê di Gulana 2025an de PKKê biryara xwehilweşandinê da û di Tebaxa 2026an de Parlamentoya Tirkiyeyê projeyasayeke 12 madeyî pesend kir.

Qezaya Amêdiyê %28ê rûbera parêzgeha Dihokê pêk tîne û ji şeş yekeyên kargêrî, heşt şaredarî û 356 gundan pêk hatiye. Berî rawestandina şer, ji ber pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyeyê û PKKê de 201 gundên qezayê hatibûn valakirin û zêdetirî 300 gundan nehatibûn avedankirin; heta ku di Sibata 2025an de jî şer gihîştibû nav gundê Guherzê û ziyan gihandibû malên welatiyan, bi awayekî ku niştecihên wî nikarîbûn bi azadî çandinî û ajeldariyê bikin.