Karvedanên vekişîna Rûsyayê ji Sûriyê
Di 30ê Îlona 2015an de Rûsiya dest bi operasyonên xwe li Sûriyê kirbû, di wî şerî de li gor çavdêrên siyasî wî welatî piştgiriya rejîma Sûriyê dikir.

K24-Navenda
Vekişîna Rûsyayê ji Sûriyê piştî 5 mehan weke gaveke neçaverêkirî karvedanên cor bicor li pey xwe anîn.
Rejîma Sûriyê di daxuyaniyekê de ragehand ku, biryara Rûsyayê piştî denaûstandinê li gel Sûriyê hate standin, da zanîn ku Rûsya wê li ser piştgiriya şerê li dijî terorê berdewam be, aşkere kir ku, bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê karîn gelek serkeftina bi dest bixin.
Ji aliyê xwe ve Berdevkê Opizsyona Sûriyê Salim El-Mislid pêşwaziya biryara Rûsyayê kir, da zanîn ku, pêwîste ew biryar li ser erdê were cîbecî kirinû bi gaveke giring binav kir.
Wezîrê Derve yê Iranî Mihmed Cewad Zerîf derbarê vekşandina hêza Rûsyayê ji Sûriyê daxuyaniyek belav kir, tê de wiha got: "Pêwîste em li pilana vekşandina hêza Rûsyayê ji Sûriyê weke amajeyeke erênî ji agirbesta li Sûriyê."
Di 30ê Îlona 2015an de Rûsiya dest bi operasyonên xwe li Sûriyê kirbû, di wî şerî de li gor çavdêrên siyasî wî welatî piştgiriya rejîma Sûriyê dikir.