Mesrûr Barzanî û Wezîra Ciwanan a Behreynê pêşxistina peywendiyan nîqaş kir

Mesrûr Barzanî û Rewan bint Necîb Tewfîqî
Mesrûr Barzanî û Rewan bint Necîb Tewfîqî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro pêşwaziya Wezîra Ciwanan a Behreynê kir û di civîna wan de tekez li ser pêşvebirina peywendiyên dualî û pêşxistina şiyanên ciwanan hate kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro Çarşem, 25ê Mijdara 2026ê, pêşwaziya Wezîra Ciwanan a Şahnişîna Behreynê Rewan bint Necîb Tewfîqî û şanda pê re kir.

Di wê hevdîtinê de, ku Şêwirmenda Wezaretê ji bo Karûbarên Plandanan û Pêşxistinê Şêxe Dîna bin Raşid Al Xelîfe jî tê de amade bû, tekez li ser girîngiya zêdetir pêşvebirina peywendî û dostaniya di navbera Herêma Kurdistanê û Şahnişîna Behreynê de di warên cihêreng de, bi taybetî pêşxistin û pêşvebirina şiyanên ciwanan hate kirin.

Her di wê civînê de, amaje bi girîngiya lidarxistina Lûtkeya Cîhanî ya Ciwanan û komkirina ciwanên dahêner û behremend ên cîhanê li Hewlêrê hate kirin.