ENKS: Em gef û rêkarên leşkerî yên li dijî Herêma Kurdistanê red dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreteriya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) derbarê biryarên dawî yên Serokwezîrê Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek belav kir. ENKSê biryarên yekalî û gefa bikaranîna hêzê bi tundî şermezar kirin û banga yekrêziya aliyên Kurdistanî û destwerdana lezgîn a civaka navdewletî kir.

Di daxuyaniya Sekreteriya Giştî ya ENKSê de hat diyarkirin, Serokwezîrê Iraqê wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, di rojên 23 û 24ê vê Mijdarê de di pêşhateke metirsîdar de ku gefa aloztirkirina rewşa Iraqê dixwe, biryarên yekalî dane û îşaret bi bikaranîna hêzê kiriye ji bo sepandina kontrolê li ser zeviyên petrolê û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistana Iraqê.

ENKSê destnîşan kir ku ev gav derbaskirina çarçoveyên destûrî ye ku pêwendiya di navbera Hikûmeta Federal û Herêmê de rêk dixin û binpêkirina prensîbên hevparî û lihevkirinê ye yên ku Iraqa nû li ser hatiye avakirin.

Herwiha ENKSê ev rageşî bi tundî şermezar kir û her gef an jî rêkareke leşkerî red kir ku ziyanê bigihîne rewşa destûrî ya Herêma Kurdistanê yan jî destkeftiyên wê lawaz bike. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Encûmen van gavan wekî arasteyekê dibîne ber bi çespandina navendîbûna zêde û kêmkirina desthilatên destûrî yên Herêmê, ku ev yek gefê li bingehên hevpariya niştimanî û hevsengiya siyasî li welat dixwe.

Di vê çarçoveyê de, ENKSê bang li hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanî kir ku rêzên xwe bikin yek, berjewendiya bilind a neteweyî bixin pêşiyê û ji bo rûbirûbûna siyasetên dûrxistinê û parastina maf û destkeftiyên destûrî yên gelê Kurdistanê bi hev re kar bikin.

ENKSê her wiha bang li civaka navneteweyî û hêzên herêmî, di serî de Amerîka, kir ku berpirsiyariya xwe hilgirin û bi lezgînî ji bo kontrolkirina vê rageşiyê kar bikin, rê li ber şemitîna Iraqê ya ber bi nakokî û qeyranên nû ve bigirin û zimanê diyalog û têgihiştinê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî li gorî destûrê bi kar bînin.

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku Herêma Kurdistanê di dema rejîma dîktatorî de di hembêzkirina hêzên opozîsyona Iraqê û dabînkirina penageheke aram ji bo wan de xwedî roleke diyar bûye, ku ev yek rêzgirtina li pêgeha wê ya destûrî û rola wê ya di avakirina Iraqa nû de pêwîst dike.

Di dawiyê de, ENKSê piştevaniya xwe ya temam ji bo gel, serkirdayetî û destkeftiyên Herêma Kurdistanê dubare kir û baweriya xwe bi derbaskirina astengiyan û parastina maf û aramiyê anî ziman.