Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê korsa çêkirina mehfuran
Dê ev kors heya salekê berdewam bike û ev jinên ku, başdarî vê korsê bûne piştî salekê bawernameyên xwe bistînin û bi vê bawernameyan jin dikarin bi awayekî serbixwe karê xwe ava bikin
K24-Mêrdîn
Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê korsa reçandina mehfurên hevrîşimê hate vekirin. Korsa ku, hatiye vekirin ji bo jinên bê kar dibe alîkariyeke aborî û di warê derûnî jî bandoreke erênî li wan dike.
Qurs li taxa nû ya Qosera Merdînê ji aliyê Navenda Perwerdê ya Gel ve hatiye vekirin. Di Korsê de di bin serperiştiya du hîndekaran de 22 jin perwerde dibin û bi saya vê yekê jin hunera xwe ya destan bi pêşve dibin û dema xwe ya vala bikêfxweşî derbas dikin. Ev mahfûrên ku bi deste jinan tên çêkirin li bazaran tên firotin û dibe alikariyek ji bo aboriya mala wan.
Hîndekar Ayhan Aslan dibêje wî ev pîşe dema zarokatiya xwe ji dapîra xwe dîtiye û ji bu wî bûye meraqek mezin. Paşê dest bi perwerdaya vê pîşeyê kiriye û niha jinên Mêrdînê perwerde dike.Derbarê vê mijarê de wiha ji K24ê re got:"jinên tên vir heta 15 rojan kar nizanin. Pêşî em neqşeyan nîşanî wan didin îlmekan diavêjin. Di Neqşeyên me de çanda Mezopotamya û Anatolyeyê hene. Di despêkê de ji bo wan piçekî zehmet tê lê belê paşê fêr dibin.Yanî tu zehmatiya wê namîne."
Jina ku, ev sê mehin tê li vir perwerde dibe, diyar dike ku, ew dema xwe ya vala li malen xwe derbas nakin tên li korsê fêrî kar dibin û ji K24ê re wiha axifî:"Hem ji bo laşe mirov hem ji bo derûniya mirov başe. Em li malê bin emê heta nîvro rakevin. Em ê yan televîzyonê temaşe bikin û yan jî emê bi înternetê serê xwe gêj bike. Ne hewceye mirov tiştên vala bike pêwîste mirov tiştên baş bike ji bo tenduristiya me jî baş e."
Li gorî jina kursiyer armanca wan ew e ku ev çand û hunera kurdan bigehijînin nifşên nû da ku neyê jibîrkirin û li dijî teknolojiya nûjen berxwe bide, derbarê vê babetê wiha ji K24ê re got:"Ez dixwazim karekî min yê din hebe. Ez dema xwe li vir diqedînin. Ez pê kêfxweş dibim dema ez têm vir. Bêhna min derdikeve û ez hemû stresa xwe li vir davêjim."
Dê ev kors heya salekê berdewam bike û ev jinên ku, başdarî vê korsê bûne piştî salekê bawernameyên xwe bistînin û bi vê bawernameyan jin dikarin bi awayekî serbixwe karê xwe ava bikin. Herwiha armanca perwerdekaran ew e ku korsên bi vî rengî zêde bibin.