Papa yê Vatîkan 12e penaberên Sûrî ligel xwe dibe
Duh, 16ê Nîsanê Papayê Vatîkan Papa Fransîs serdana kampa penaberan yên ku, li Yonanistanê dimînin kirbû.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Piştî serdana wî li kampa penaberan yên ku, li Yonanistanê dimînin, Papa yê Vatîkan Papa Fransîs 12e penaber di nav de 6 zarok hene ji kampa Lêsbose ligel xwe birin Vatîkanê.
Li gor ku, Skayê News ragehandî ew 12e penaber hemû misilmanin û ser bi 3 malbatan ve ne, du malbat ji Şamê ne û yek ji bajarê Dêrazorê yê ku, niha di bin kontirola DAIŞê de ye.Ewew her 12 kes jî bi şêweyekî heremekî hatine hilbijartin û biryare ji aliyê dezgeha Xêrxwazî ya Vatîkan çavdêriya wan 12e kesan were kirin.
Duh, 16ê Nîsanê Papayê Vatîkan Papa Fransîs serdana kampa penaberan yên ku, li Yonanistanê dimînin kirbû.