Qamişlo: Dora 100 hezar şagirtên polên seretayî ezmûnan dikin
Ezmûnên dawî di qûnaxa seretayî de ya sala 2016an li dibistanên Rojavayê Kurdistanê birêve diçin, tê diyarkirin ku hejmara şagirtan di asta pêwist de ye, ew jî piştî çareseriya gelek pirsgirêk û astengiyên ku li destpêka salê de, li pêş rêbaza Kurdî derketin, nemaze şagirtên ku dixwestin ezmûnên xwe li dibistanên girêdayî rêjîmê ve pêşkêş bikin, ji ber metirsiya wernegirtina bawernameyên fermî.
K24 – Qamişlo

Rêvebira dibistana “Mihemed Selîm Xelef” Şêrîn Şêxo ji K24ê re got: “Di beşê diwemîn de ji demasala xwendinê, şagirtên me zêde bûn. Pirsgirêkên ku derbarê ku bawername dê hebin yan na, hatin çareserkirin. Me her serê 2 mehan, me civîn bi malbatan re çê dikirin ta gihiştine asta ku zanibin bê paşeroja zarokên wan li kû derê be.”
Li dibistana Mihemed selîm xelef ya li bajarê Qamişlo 800 şagirtên polên seretayî ezmûnên xwe bi zimanê Erebî û Kurdî dikin. Li gorî rêveberiya dibistanê, ji ber rewşa aloz û awarte, alîkarî bi şagirtan re di warê hesankirina pirsan û dabînkirina atmosferekî guncaw di refan de hate kirin, bi taybetî polên şagirtên hersê refên pêşî bi wêne û tabloyên renge reng hatin xemilandin.
Mamostayê Bîrkariyê Danî Mihemed jî dibêje: “Biryar hate dayîn ku pirsên mamosteyan li ser şagirtan hesan bin , ji ber wê jî ezmûn xweş derbas dibin û zarok zû ezmûnan bi dawî dikin.”
86 hezar şagirtan, ezmûnên demsala xwendinê ya yekemîn li Kantona Cizîrê qedandin, lê bi çareseriya hindek pirsgirêkan di heyama çend mehên borî de, hejmara wan di beşê diwemîn ya sale de gihişte bêtir ji 90 hezar şagirtî û li ser 561 dibistanan li tevaya Kantonê hatin dabeşkirin.
Lê Li gorî hindek çavdêran, pirsa herî giring dimîne, “Gelo paşeroja van şagirtan wê çibe û eger heye ku mukirhatineke niştimanî û navnetewî bi rêbaznameyên Kurdî were kirin, herweha çarenivîsa nifşekî bi temamî ji xelkên herêmê wê ber bi kû ve biçe.”